‘Divê em azadiya Abdullah Ocalan bi dengekî bilind bixwazin’

  • 21:48 22 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Parlamentera HEDEP a Mêrdînê Beritan Guneş di panela jinan de axivî. Guneşê bal kişand ser tecrîdê û got: "Divê em azadiya birêz Abdullah Ocalan bi dengekî bilind bixwazin.”
 
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de panela "Tecrîd û Qirkirina Jinan" li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Beritan Guneş û endama Komeleya Jinan a Starê ya Wanê Rojbin Bor wekî axivêr tev li panelê bûn. Panela li bazara ked a jinan hat lidarxistin û Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidan, Rêxistinên Sivîl ê Civakî (STK), Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HEDEP ê navend û navçeyan û gelek jin tev lê bûn. Di panelê de pankarta “ Dem dema azadiya jinan e” hat vekirin. 
 
‘Li ser tunebûna jinê xwe heyî dikin’ 
 
Panel bi axiftina Parlamentera HEDEP’ê Berîtan Guneşê dest pê kir. Berîtanê di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser jinan tên kirin û wiha axivî: "Pêşiya ku em behsa 25’ê mijdarê bikin divê em qala pergala baviksalarî ya bi salan e di nava me de ye bikin. Ev tundî ji hêla dewletê ve jî li ser jinan tê kirin. Îro bi hezaran jin tên kuştin û kujerên wan bê ceza dimînin. Ev kujer hêza xwe ji dewletê û polîtîkayên bêcezakirinê distînin. Lê tevî vê tundiya hest jî heye li ser jinan heye. Bi her awayî hestên jinan tên bikaranîn. Di encama şerê taybet de gelek jin tên kuştan. Jin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên qetilkirin. Minaka vê jî Îpek Er û Gulistan Doku ye. Her wiha di hêla aborî de jî tundî heye li ser jinan. Bi her awayî keda jinan tê binpêkirin. Bi her cûreyan êrîş dibin şer jinan. Li ser tunebuna jinê xwe dikin hebûn. Êrîşên wan herî zêde jî di hêla çand û ziman hene. Bi politikayên qirkirina çand û ziman dixwazin ku hebûna me ji me bidin jibîr bikin. Bi plana Şark Islahatê jî serî li vê didin. Û dibêjin em serî de jinan bidin destpêkirin. Ji ber wê dizanin ku heke ku jin zimanê xwe neaxive zarok jî nekarîn biaxivin.”
 
‘Bêyî paradîgma guherîn nabe’ 
 
Berîtanê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Birêz Ocalan li dijî van polîtikayan hêza çareseriyê ye. Ji ber wê serî li komploya navnetewî kirin û biréz  Ocalan teslîm girtin. Îro tecrîteke giran li ser birêz Ocalan heye. Ji ber wê gelê ku vê paradigmayê dizanin û Aşitiyê dizanin daxwaza azadiya Ocalan dikin. Ew welatên ku em qey nas nekin jî îro azadiya Ocalan daxwaz dikin. Ji ber wê divê ku em êdî tecrîtê bişkinin. Îro bi saya vê paradîgmaya birêz Ocalan tekoşina jinên kurd li her deverên cîhanê tên nîqaşkirin. Jinên kurd li dijî hovitiyeke weke DAÎŞ’ê berxwe dan. Heke ku pergala cîhanê biguhere ev ê beyî jinan û paradigmaya  birêz Ocalan çênebe. “
 
‘Pir êrîş dikin’ 
 
Piştre ji Komeleya Jinan a Star a Wanê Rojbin Bor axivî. Rojbînê jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ê ku li ser jinan tê meşandin û wiha got: "Îro em bi xwe jî li dijî diktaroriyekî tedikoşin. Ev dîktotor civaka baviksalarî ye, mêrê desthilatdar û dewleta desthilatdare. Di 2’ê mehê de pîsporên çawiş li Wanê êrîşî jinan kir. Li wir berteka  gel girîng bû. Lêbelê gotina pîsporên çawiş balkéş bûn. Gotin,’Ev der welatê me ye û em çi bixwazin em ê wê bikin’ lê binêrin şErê taybet wisa xwe birêxistin dike. Heman mînak li Elkê jî çêbû ū fermandarê ku tevlî daweteke pîsporeke çawiş bibû got,’êdî tekoşina me ya li dijî terorê ev e’ li vir me dît ku dewlete şerê xwe yê taybet li dijî jinên kurd da destpêkirin. Me di mînaka Îpek Er’de jî ev dît. Musa Orhan ji dewletê  bi bawer bû ji ber wê ev tişt kir. Divê ku em bizanibin ku ev kes bi taybet tên hilbijartin û li Kurdistanê bi cih dikin. Êdî dewlet ne tenê bi çek bi awayeke piralî êrîşî li me dikin. Çima herî zéde li ser me jinan disekinin ji ber ku dizanin ev tekoşina azadiye tevgera jina azade. Ji ber wê sond xwarine ku vê têkçûyinê bi jinan pêk bînin. Divê ku em jin her tim hişyar bin û nekevin tepika hêzên mêtingeriyê. Divê ku em di her keliyên jiyanê de berxwe bidin.” 
 
Panel bi nîqaşan bi dawî bû.