Li Mîdyadê jinek hat qetilkirin

  • 21:03 22 Mijdar 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Mîdyadê jina bi navê Gulcan Yeşîlmen ya 24 salî hat qetilkirin.
 
Li navçeya Mîdyad a Mêrdînê li taxa Ulucamî jina bi navê Gulcan Yeşîlmen ya 24 salî bi çekê bi giranî birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Gulcan rakirin nexweşxanê û tespîtkirin ku Gulcanê jiyana xwe ji dest daye.
 
Hat îdiakirin ku Gulcan bi guleya bi şaşî hatiye reşandin hatiye qetilkirin û dozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.