Li Koye pêşangehek ji bo berhemên destên jinan hat vekirin

  • 15:09 22 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Koye ji aliyê Rêxistina Oskar ve ji bo 15 jinan pêşangehek ya berhemên dest hat vekirin.
 
Îro li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê Rêxistina Oskar a ji bo pêşxistina jinan ve pêşangehek ya berhemên dest ji bo 15 jinên navçeyê hat vekirin.
 
Seroka Projeyên Rêxistina Oskar Semîre Yasîn, di derbarê armanca vekirina pêşangehê de ji Rojnews re axivî û got: “Me xwest bi vê pêşangehê 15 jinên navçeya Koye berhemên xwe yên ku bi dest çêkirine, nîşan bidin û bikarin bifiroşin.”
 
Semîre Yasîn diyar kir gelek ji van jinan derçûyên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê ne û ew dixwazin bi pêşangehê derfetên kar ji bo wan peyda bikin û bikarin berhemên xwe pêş bixin.
 
Her wiha Semîre Yasîn got, di pêşangehê de 15 jinan berhemên xwe yên wek xwarinên Kurdewarî, şîrînî, kozmetîk û tiştên din nîşan dane. 
Her wiha got, wê pêşangeh rojek be û heta saet 17:00’an vekirî bimîne.