Bi awayekî girseyî serdana şîna Şilan Bakşi hat kirin

  • 12:41 22 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Bi awayekî girseyî serdana şîna Şilan Bakşi ya YJA STAR'î ya li Metînayê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
 
Di 4'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistanê Şilan Bakşi (Çavrê Gelhat) ya YJA STAR'î ji ber qezayê jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Şehîd Harun Bor şîna Şîlanê hat danîn. MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP, Hevserokên Silopyayê û gelek kes bi awayekî girseyî tevli şînê bûn. 
 
'Em ê di rêya wan de bimeşin'
 
Hevseroka DBP'ê ya Silopiya Emîne Ozek diyar kir ku ew bejna xwe li ber kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ditewînin û wiha got:"Li ser milê me barek heye. Tenê dilopek xwîna me bimîne jî em ê di rêya wan de biçin. Em ê doza wan li erdê nehêlin. Divê her kes destê xwe bixin binê vî barî."
 
Piştî duayên hatin xwendin serdana şînê bi dawî bû.