Jinan ji bo 25’ê Mijdarê bang kirin

  • 19:55 21 Mijdar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Endamên Piştevaniya Mor ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Îzmîrê bang kirin û diyar kirin ku wê li dijî êrîşên desthilatdariyê têkoşînê mezin bikin. 
 
Endamên Piştevaniya Mor a Îzmîrê, ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya wê li Îzmîrê pêk bê ji ber ÎZBAN  Karşiyaka heta Îkeleyê meşiyan û daxuyaniyek dan çapmeniyê. Li ser navê Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu daxuyanî xwend.
 
Zeynebê da zanîn ku li her qadê tundiya li ser jinê mezin bûye û bloka desthilatdariya dijminê jinê ya ji patrîarka hêzê digire tundiya li ser jinan zêde dike û çav berdide destkeftiyên jinan û got: “Ev jî têr nake bi destura bingehîn ya nû hewl dide êrîşê jiyan, maf û destkeftiyên me bikin. Em li dijî faşîzmê barîkatan ava dikin û bi têkoşînek xurt bersiv didin wan. Em ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya saet di 17.00’an de li Gara Alsankê pêk tê hemû jinan vexwendî dikin.”