Ji Komeleya Dema Jinê atoleya 25’ê Mijdarê

  • 18:01 21 Mijdar 2023
  • Rojane
STENBOL- Komeleya Dema Jinê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de atolyeya ‘di wekheviya zayenda civakî de hişmendî’ li darxist. Di atolyeyê de daxwaza jinan a di alî avakirina jiyana azad de derket holê.
 
Komeleya Dema Jinê beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî atoleyaya ‘di wekheviya zayenda civakî de hişmendî’ pêk anî. Ligel endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) gelek kes tevli atolyeyê bûn.
 
Di atloyeyê de jinan xwe dan nasîn û di beşa ‘dara jiyanê’ de her jinek hat guhdarkirin. Jinan daxwazên xwe anîn ziman û  azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê hat xwestin. Her wiha jinan daraza jiyanê li ser kaxizan xêz kirin û xeyalên xwe xêz kirin. Sê beşên din yên atolyeyê wê rojên pêş de bidome.