Parlamenterên HEDEP’î Celal Adan ê MHP’î protesto kirin

  • 17:53 21 Mijdar 2023
  • Rojane
ENQERE - Parlamenterên HEDEP’î ji ber çêrên li partiya wan kiribûn, kursiya Meclisê dagir kirin û Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î Celal adan protesto kirin. 
 
Çendek roj berê Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î Celal Adan çêr li Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sirri Sakik kiribû. Parlamenterên HEDEP’ê jî kursiya Meclisê dagir kirin û Celal Adan protesto kirin.