Li Colemêrg, Şirnex û Mêrsînê çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 15:58 21 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê li Şirnex, Colemêrg û Mêrsînê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û berxwedana jinan. 
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî li Şirnex, Colemêrg û Mêrsînê çalakî hatin lidarxistin. 
 
Şirnex
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) zincîra mor çêkirin û navên Leyla Karaaslan, Nagihan Akarsel, Evîn Goyî, Firdevs Babat û gelek jinên din ku ji aliyê dewletê û mêran ve hatine qetilkirin hatin xwendin û wêneyên wan hatin hilgirtin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HEDEP ê navend û navçeyan û gelek jin tev li aktivîteya ku li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Navçeyê hate lidarxistin bûn. 
 
Jinan yek bi yek navên jinên ku hatine qetilkirin xwendin û bersûcê jinan pirsîn. Bernameya jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê yên Colemêrgê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Jinan a Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Endezyarên Tirk û Mîmar (TMMOB), Lijneya Koordînasyona Parêzgeha Colemêrgê (ÎKK) bi boneya 25'ê Mijdarê li Baroya Colemêrgê ji girtiyên jin re kart û name nivîsandin.
 
Mêrsîn 
 
Li Mêrsînê jî ji aliyê Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniya ku li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê hat dayîn li salonê pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştî, jiyan û mafê xwe diparêzin” hat daliqandin. Metna çapemeniyê ya hat amadekirin ji aliyê Sekretera Jinan ya Şaxa TUM BELSEN a Mersînê Cano Serpîn ve hat xwendin.
 
Cano bal kişand ser şerên li cîhan û Rojhilata Navîn rû didin û diyar kir ku di van şeran de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Cano, da zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ya paşverû, yekperst û zayendperest bi nîqaşkirina qanûna bi hejmara 6284’an polîtîkayên necezakirinê yên daraza mêr rewa dike. Serpîn, diyar kir ku tundiya mêran bêceza tê hiştin û jinên ku jiyana xwe diparêzin bi cezayên giran re rûbirû dimînin. Serpîn, xwest ku polîtîkayên ku pirsgirêkan çareser dikin bên meşandin û hemû teşeyên tundiya li ser jinê ji holê bê rakirin. 
 
Serpîn axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî kir.