TJA li Îzmîrê starta xebatên 25'ê Mijdarê da

  • 15:38 21 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - TJA, li Îzmîrê starta xebatên 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Alîgayê da û bal kişand ser tecrîdê. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta xebatên 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê bi daxuyaniyeke da. Di daxuyaniyê de jinan wêneyên jinên girtî yên jiyana xwe ji dest dane hildan û her wiha dowîzên wekî “Bi jin jiyan azadî re ber bi 25'ê Mijdarê ve", "Tecrîd sûcê mirovatiyê ye", “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo azadiya civakê dakevin qadan" û “Bijî têkoşîna jinên sînornenas" vekirin. Di daxuyaniyê de jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Li ser navê TJA’yê Leyla Kaygisiz metna daxuyaniyê xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li dijî kedxwarî, koletî û qetilkirina jinan têkoşîna xwe bi biryarî mezin bikin. Em ê zimanê xwe, çanda xwe, axa xwe, bajarê xwe û keda xwe biparêzin. 
 
Em ê  jiyana azad ava bikin. Pergala serdest a mêr bi tecrîdê re polîtîkayên şîdetê li hemberî têkoşîna jinan dimeşîne. Niha tecrîdeke mutleq heye. Bi kûrbûna tecrîdê re pirsgirêk bêtir kûr bûye û bûye sedema qelek qeyranan. Çareserî bi Birêz Ocalan pêk tê. Em kurd baş dizanin ku tecrîda li hemberî Birêz Ocalan tecrîda li hemberî paradîgmaya azadiya jinê ye. Muxatabê çareseriya pirsgirêkên vî welatî û Rojhilata Navîn Birêz Ocalan e. Ji bo avakirina jiyaneke adilane, bêşer û bêkedxwarî divê tecrîd têk biçe.
 
25'ê Mijdarê bi dirûşma 'Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve' pêşwazî dikin. Sedsala 21'an dê bibe sedsala azadiya jinan. Ji bo vê jî em bi têkoşîn û rêxistinbûna xwe bikevin nava hewldanan. Li Rojhilat porê Jînayê veguherî serhildanê, li Başûr Nagîhan mîrateyek hişt, li Parîsê berxwedana Evîn û Sara, li Rojava jinan hêviyek ji me re hişt. Li ser vê esasî dirûşma 'Jin jiyan azadî' têkoşîna hemû jinên cîhanê anî cem hevdû. Em carekdin bang li jinan dikin ku li qadan 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.