Li Reqayê şahiya Roja Zarokan

  • 14:10 21 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li Reqayê şahiyek hate lidarxistin. Beşdarên şahiyê got “siberoj di destê zarokan de ye, dema wan baş mezin bikin dê civakeke durist ava bibe”.
 
Nivîsgeha Zarokan a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Baxçeyê Zarokan ê Fereh şahiyek li Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.
 
Di şahiyê de zarokên bajêr, malbatên wan, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl, endamên nivîsgehê, saziyên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
 
Endama rêveberiya Nivîsgeha Zarokan a Meclisa Sivîl a Reqayê Wîsam El Derwîş ev roj li zarokan pîroz kir û hêvî kir û got: “Siberoja me di destê zarokên me de ye. Dema em wan baş mezin bikin, em ê civakeke durist bi dest bixin.”
 
Dûre zarokên Baxçeyê Fereh a Nivîsgeha Zarokan a Meclisa Sivîl a Reqayê şano, stran û helbest pêşkêş kirin.
 
Di dawiya şahiyê de wêneyên şehîdên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tundiya li ser zarok û gelê Filistînê hatin pêşandan.