Mêrên herêma Firatê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

  • 14:09 21 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên herêma Firatê li bajarê Kobanê daketin qadan û li dijî tundiyê meşiyan.
 
Li Herêma Firatê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, bi dirûşma 'Li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî' mêr meşiyan.
 
Mêr ên herêma Firatê li qada Şehîd Egîd a Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Jin a Azad meşiyan.
 
Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axivî û ev tişt anî ziman, “Divê êdî em li dijî hişmendiya serdest a dîrokî derkevin. Di 1960’an de piştî qetilkirina hersê xwişkên Mîrabel a ji aliyê dîktatoriya Trujîllo, 25’ê Mijdarê bû roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê ya cîhanê. Îro bi hezaran jin têkoşîna wan didomînin." 
 
Piştre jî koma Hîlala Zêrîn, Koma Şano a Şehîd Yekta çalakiyek çandî bi wesîleya rojê pêk anî. 
 
Meş bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.