TJA'yê ji jinên girtî re qart şandin

  • 13:13 21 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji  PTT’ya navçeya Rezan a Amedê TJA'yê ji jinên girtî re qart şandin û bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê, ber bi 25’ê mijdarê ve” daxuyani da. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji PTT’ya navçeya Rezan a Amedê ji jinên girtî re qart şandin û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin û pankarta “ Bi jin jiyan azadiyê,ber bi 25’ê mijdarê” hat vekirin.
 
Endama rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier daxuyanî xwend
 
‘Jin û zarok hedef tên girtin’
 
Gulistanê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jin sedsaleke ku li dijî hegamonyaya desthilatdariyê têdikoşin re derbas dibin. Gulistanê anî ziman ku sala borî de Jîna Amînî ya ji rojhilatê Kurdistan bi hinceta serê xwe negirtiye ji aliyê polîsên exlaqê yên pergala Mollayê ya Îranê ve hat qetilkirin û piştî wê jin bi felsefe û dirûşma “Jin jiyan azadî” hatin gel hev û bûn yek. Gulistanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin îsal jî li dora Armîta Gerevand jin hatin lgel hev. Dem derbas dibe lê belê tundiya li dijî jinê kêm nabê, bi awayê zêdebûyî berdewam dike. Bi taybetî ji şerê li Afganîstan, Sûriye û Iranê jin û zarok bi bandor dibin, bi tundî, îşkence û êrîşan re rû bi rû dimînin. Niha jî şerê ku di nav Israîl û Filistînê de diqewime yên tên hedefkirin û qetilkirin dîsa jin û zarok in. Gelek zarok û jin di qada şer de hatin rehîn girtin, qetilkirin û mafên wan yên xwarin, starbûn û jiyanî hatin binpêkirin.”
 
‘Ji bo jiyanek azad divê di serî de jin azad bibin’
 
Gulistanê di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku ji bo jiyaneke demokratîk û azad pêwîstîya yekem azadiya jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em dev ji têkoşîna azadiya xwe bernadin. Em ê li dijî hişmendiya mêrsalar a di ser laşê jinê re xwe rêve dibe, li dijî dewleta ku tundiyê dike û li dijî tevahî zextan li kûçeyan, malê û hemû qadên jiyanê têbikoşin.“
 
Piştî daxuyaniyê jinan qartên xwe bi postayê ji jinên girtî re  rê kirin.