Peyama ku ji kargehên TJA'yê derketin: Em ê serokê xwe azad bikin

  • 09:05 21 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li navçeyên Stenbolê bi xebatên kargehan didome. Aktîvîstên TJA'yê û siyasetmedar bal kişandin ser girîngiya li dar xistina kargehan û gotin: "Divê em betir li ser azadiya Gelê Kurd û azadiya serokatiyê rawetin û têbikoşin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" di 15'ê Îlonê de li Rihayê kampanyaya xwe deklare kir. Di 20'ê Îlonê de jî li Silopiya Şirnexê jî starta xebatan da û diyar kin ku kampanya dê heta 8'ê Adarê bidome. Yek jî armanca vê kampanyayê azadiya fîzîkî a Abdullah Ocalan û yên din jî têkoşîna li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên îkdarê. Bi kampanyayê jinan dê rêxistinbûna xwe mezin bikin û bêtir xwe bighînin jinan. 
 
Di çarçoveya kampanyayê de li Kurdistan û Tirkiyeyê kargeh hatin organîzekirin. Li Stenbolê di 4 û 5'ê Mijdarê de li Umraniye, Bagcilar û Esenlerê kargeh hatin organîzekirin. Di kargehan de mijarên wekî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet, zanîna zayendî, şîdeta mêr û dewletê ya li hemberî jinan hatin nîqaşkirin. Hem kargehên xweser ên jinan û hemjî kargehên ku mêr tevlîbûyî hatin organîzekirin. 
 
Derbarê kargehan re aktîvîsta TJA'yê Xecî Başkalane û Hevseroka Partiya Wekvevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê Zeynep Bîlgîn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'33 meh in agahî nayê girtin'
 
Xecî, daxuyand ku di çorçoveya xebatan de li tax û malan xebat dane destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî em xitabî jinan dikin. Me civîn û kargeh li dar xistin. Ev tişt ji bo moral û motîvasyonê gelek girîng in." Xecî, diyar kir ku 25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ne û 33 meh in jî agahî jê nayê girtin û got: "Li hemberî serok tecrîdek heye. Her wiha li hemberî Gelê Kurd û jinên kurd jî tecrîdê rê rûbirû dimînin. Polîtîkayên tecrîdê li hemberî dayikên kurd û ciwanên kurd her roja ku derbas dibe kûrtir dibe."
 
Meşandina polîtîkayên dijminatiyê
 
Xecî, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan: "Em ji bo jin bêtir xurt û bi hêz bibin xebat didin meşandin. Jin bi her awayî xwedî li rihê têkoşînê ye. Ji bo me rojeva sereke tecrida li hemberî serokatiyê ye. Em ê çawa serokatiya xwe rizgar bikin? Heke serokatiya me azad bibe dê Gelê Kurd jî azad bibe û her wiha dê hemû gelên ku li ser vê axê dijîn azad bibin."
 
'Li hemberî gel jî tecrîd heye'
 
Zeynep Bîlgîn jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Rojeva Gelê Kurd û jinan tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrît li hemberî gelê tê kirin. Em derengî man ku vê rojevê bêtir binirxînin. Tecrît ne tenê di şexsê kesekî de tê meşandin. Rêberê Gelê Kurd hatiye dîlgirtin û di bin tecrîdê de ye. Partiyên siyasî li hemberî tecrîdê têkoşînê dide lê divê herkes li hemberî tecrîdê helwestê nîşan bide." 
 
Ji bo guhertin û veguhertinê kargeh
 
Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser organîzekirina kargeh û mijarên ku hatine nirxandin û wiha bi hêv kir: "Kargeh ji bo nirxandina çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo guhertin û veguhertinê ye. Divê kargehên bi vî rengî her tim bên organîzekirin. Bingeha vê têkoşînê mezin e û wek behrê ye. Tecrûbeyên wê jî wek behrê ye. Ne tenê di hêla siyasî de divê bi mijarên cuda jî kargeh bên lidarxistin. Derbarê zimanê dayikê de jî divê kargeh bên lidarxistin. Li darxistina kargehan hem ji bo jinan û hem jî ji bo mêran girîng e."
 
'Em li ku ne û çi dikin?'
 
Zeynep diyar kir zanîn polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî Gelê Kurd girîng e û wiha axivî: "Hemû polîtîkayên pergalê bi hev ve girêdayî ye. Heke em bandora polîtîkayên şer ên taybet baş bigirin dest em ê bikarin li hemberî vê jî têbikoşin. Ev polîtîkayên şer bandorê li ziman û sekna me dike. Em li ku ne, çi dikin û divê çi bikin. Tişta ku em ê ji kargehan bigirin û bandorê li derdorê bikin hene." 
 
Girîngiya li dar xistina kargehan
 
Zeynep, destnîşan kir ku divê xebatên kargehan hem li taxan û hem jî li navçeyan bên organîzekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewcedariya me kargeh û perwerdeyan heye. Ji bo rêxitinbûn û têkoşîne girîng e. Divê em vegerin ser rastiya xwe. Divê em ji bo azadiya Gelê Kurd û azadiya serok bêtir hûr bibin. Ji bo gelên ku li Tirkiyeyê dijîn ev tişt gelek girîng e. Em li ser vê erdnegariyê dijîn û wekî me gelên din jî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Em têkoşîna azadiya hemû jinan digirin dest. Ji bo em bibin pêşengên têkoşîna azadiya jin û şoreşgeriyê têkoşîn hewce dike."