ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 21 Mijdar 2023
  • Rojev
 
* Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn bal kişand ser 25'ê Mijdarê û got: "Heke jin yekitiya xwe û rêxistinbûna xwe avabike, dikare li hemberî pergala baviksalarî, dagirkerî û kedxwariyê bibe hêz. Dê teqes têkoşîna jinan bi ser keve, azadiya Rêbertiyê û azadiya jinan mîsoger bike.” BI DÎMEN
 
*Ji berxwedêrên Agrobayê Arzu Yavuz a ku keda wê hat çewisandin û ji ber ku sendîkayî bû ji kar hat avêtin, diyar kir ku kargeh ne cihê kar, cihê çewisandina kedê  ye û ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin. DÎMEN HEYE 
 
*Cevahîr Avcî ku di salên 1990'î de ji ber gundê wê hat valakirin bi malbata xwe re ji Perwariyê koçî Dîlokê kirin, ji roja hatiye vir ve dest bi karê şikandina guzan kiriye. Cevahirê ku ev 30 sal in bi şikandina gûzan hewl dide debara  xwe bike, rojê bi heqê 4 simîtan dixebite. DÎMEN HEYE
 
*Kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşma “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" li navçeyên Stenbolê bi xebatên kargehan didome. Aktîvîstên TJA'yê û siyasetmedar bal kişandin ser girîngiya li dar xistina kargehan û gotin: "Divê em betir li ser azadiya Gelê Kurd û azadiya serokatiyê rawetin û têbikoşin." BI DÎMEN 
 
*Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê di peyama xwe ya 25'ê Mijdarê de diyar kirin ku girtîgeh mekanîzmayên şîdetê ne û li girtîgehan tecrîd her diçe zêde dibe. Her wiha jinan dan zanîn ferqa rewşa kesên li derve jî ji yên di hundur de nemane û gotin:"Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' werin gel hev."