Li Helebê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de meş

  • 20:38 20 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Taxa Şêxmeqsûd meşek girseyî li dar xist.
 
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jînan a Navneteweyî de li Taxa Şêxmeqsûd meşek girseyî li dar xist. Bi dehan endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl û Yekitiya Jinên Ciwan tevli meşê bûn.
 
Meş ji qada Şehîdan a rojhilatê Taxa Şêxmeqsûdê  dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî" û "Jin, jiyan, azadî..serbixwe azadî" hatin berzkirin.
 
Meş li qada Cebenet a rojhilatê veguherî mîtingê. Li vir endama Yekitiya Jinên Ciwan Rewşen Nesan sedema ragihandina 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinan a Cîhanê diyar kir.
 
Rewşen Nesan got, ji bo mîsogeriya azadiya jinan û bidawîkirina tundiya li ser wan pêwîst e jin xwe bispêrin fikrê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan.
 
Mîtîng bi dirûşmên"Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.