Ji bo jinên têkoşer kilam gotin

  • 18:55 20 Mijdar 2023
  • Rojane
WAN - Dêngbêjên jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de vê carê kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jînan a Navneteweyî de li Rêxistina HDP'a Rêya Armûşê dîwana dengbêjan danî. Di avahiya dîwan tê de hate danîn de wêneyên nivîskara Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmanî hat qetilkirin û Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ên di pêvajoya rêveberiyên xweser de hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin, pankarta “Bi jin, jiyan azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê ve” hate vekirin.
 
Dayikâ Aştiyê Zekiye Kaya axaftinek kir û xwest her cure tundiya li dijî jinê were sekinandin. Zekiye bal kişand ser êrişên li ser Rojavayê û anî ziman ku divê jin bertek nîşanî her cure polîtikayên şer bidin.
 
Zekiyeyê da zanîn ku jinên kurd bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” pêşengtiya têkoşîna ku li cîhanê mezin dibe, dikin û got: “Li hundir, li derve, li her qadeke jiyanê, li dijî tundiyê têkoşînek heye. Çi dibe bila bibe em ê bi paş ve gavê neavêjin. Em qetlîamên jinan ên ku zêde dibin, şermezar dikin.”
 
Piştî axaftinan dengbêj Mûqeddes û Meryem, kilamên xwe gotin.