Li Mêrdîn û Rihayê çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 15:58 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Mêrdînê TJA meş li dar xist û daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a li hemberî jinan û li Rihayê jî Odeya Bijîşkan daxuyanî da û behsa têkoşîna jinan a li hemberî şîdetê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Dêrîka Mêrdînê meş li dar xist û daxuyanî da. Li Rihayê jî Odeya Bijîşkan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyan de polîtîkayên dewletê ya li hemberî jinan hat destgirtin û têkoşîna li hemberî şîdetê hat ziman.  
 
Mêrdîn
 
Li Dêrika Mêrdînê TJA di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de meşek hat lidarxistin. Aktivîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û ji navçeyên Mêrdinê gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jinan pankarta 'Dê çeteyên tecawiz dikin dê hesabê bidin' hat vekirin. Her wiha di meşê de jinan dowîzên wekî “Jin jiyan azadî” û “Ji qirkirina jinê re na” hildan û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Meşa ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê dest pê kir nêzî partiyê bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayîn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevşaredara Dêrîkê Mulkiye Esmez ve hat xwendin. 
 
Mulkiye, di daxuyaniyê de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û diyar kir ku kujerên jinan ji hêla dewletê ve tên parastin û got: "Bi taybetî li hemberî jinên kurd polîtîkayeke dijminatiyê tê meşandin. Her wiha taybet kiryar bêceza tên hiştin. Mînaka doza Îpek Er, windabûna Gulistan Doku. Serbestberdana tecawizkar Yakup A., Çetîn T., Harun Y. û Suud O. Ev tişt encama polîtîkayên şerê taybet e."
 
Mulkiye, diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berxwedana xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî paşve gav navêjin. Em ê bi rêxistinbûna xwe bersivê bidin polîtîkayên qirêj. Em ê li dîjî polîtîkayên şer, şîdet û tecrîdê gelê xwe û jiyana xwe biparêzin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
Riha 
 
Odeya Bijîşkan a Rihayê jî têkildarî 25’ê mijdarê li avahiya odeya xwe daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Jinan a Rihayê Platforma Jinan a Bajêr û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li daxuyaniyê bûn. Yek ji rêvebera Odeya Bijîşkan Derya Bûlgûr, da zanîn ku aktîvîteyên îsal dê diyarî Op. Dr. Aynûr Dagdemîr a di 19’ê mijdara 2015’an de ji aliyê Yûsûf Demîrbaş ve hatiye qetilkirin bikin û wiha got: “Her du roj jî rojên sembolik ên têkoşîna me ya li dijî tundiya li dijî jinê ye. Êş û hêrsa me hêj nû ye, têkoşîna me bêdawî ye. Çîrok, têkoşîn û cesareta wan ji me re dibin çavkaniya hêvî û îlhamê.”