'Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin'

  • 14:08 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Derbarê “Meşa Azadiyê” de ÎHD’ê daxuyaniyek da û banga bi dawî kirina tecrîda li Îmraliyê kir. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî “Meşa Azadiyê” ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  û çareseriya pirsgirêka kurd, duh ber bi Gemlîkê ve hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
ÎHD’ê di daxuyaniyê de xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê destûr nayê dayîn ji 7’ê tebaxa 2019’an ve bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bê rakirin.
 
 ÎHD’ê îşaret bi tiştên di meşa duh de qewimîn kir û wiha got: “Welatiyên ku xwestin mafê xwe yê civîn, meş û xwepêşandanê û azadiya ramanê bi kar bîne bi pêkanînên îşkence û mûameleya nebaş hatine binçavkirin. Hemû serlêdanên malbatan û parêzeran ên têkildarî kesên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bêencam mane. Ji ber ku parêzer nikarin ji bo dozên li muwekîlên xwe hatine vekirin desteka hiqûqî bidin; nikarîbûn têkiliyê deynin û li ser rewşa wan a tenduristiyê nehatin agahdarkirin. Ji parêzeran re cezayên dîsîplînê yên li muwekîlên wan tên birîn nehat teblîxkirin.
 
Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê tê ferzkirin, dibe sedema binpêkirina qedexeya êşkence û kiryarên xerab; Di heman demê de li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd asteng e. Eşkere ye ku mudaxileyên li dijî parlamenter û welatiyên li dijî tecrîdê derdikevin û mafê xwe yê protestoyî bi kar tînin, bi armanca domandina tecrîdê ne. Her wiha destwerdanên li dijî welatiyan nîşan dide ku mafê civîn û xwepêşandanê hatiye rawestandin.
 
Di vê serdemê de ku pêkanîna mafan weke îstîsnayê lê hatine kirin, weke parêzvanên mafên mirovan em daxwaz dikin ku tavilê dest ji pêkanînên tecrîdê berdin; Em careke din destnîşan dikin ku divê destûr bê dayîn ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzer, wasî û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî tevbigerin, dest ji destwerdana li welatiyên li dijî pêkanînên tecrîdê mafê xwe yê protestokirinê bikar tînin berdin, kesên hatine binçavkirin serbest berdin û derhal li hemberî wezîfedarên cemaweriyê yên berpirsyar dest bi lêpirsînên edlî û îdarî bikin.”