Platforma Jinan a Enqerê: Dê di 25'ê Mijdarê de li Qada Kolejê bin

  • 14:03 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE - Platforma Jinan a Enqerê bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û banga tevlîbûna meşê kir û got: "Dê di 25'ê Mijdarê de li Qada Kolejê kom bibin." 
 
Platforma Jinan a Enqerê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 1 kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta 'Li dijî şer, qeyran û şîdeta dewlet û mêr dicivin' vekirin. Daxuyanî ji hêla endama platformê Emîne Akyazili ve hat dayîn. 
 
Emîne di destpêke de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jinan û got: "Piştî ku bi biryara yek zilamî ji Peymana Stenbolê vekişiya, niha di rojeva hikûmetê de guhertinên Destûra Bingehîn, Qanûna bi hejmara 6284'an a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, guhertina Qanûna Medenî, di nav de rêziknameya nefeqeyê û navbeynkariya malbatê heye. Weke jin em ê li dijî êrişên li ser mafên xwe yên bi dest xistine bên cem hev û têkoşîna xwe ya wekheviyê berfirehtir bikin."
 
Emîne, di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî yên wekî dagirkirina Fîlîstînê, têkiliyên siyasî û aborî ya hikûmetê ya bi Îsrailê re, serbestberdana kujerê Hrant Dink Ogun Samast û serbestberdana kujerên jinan û got: "Em ê ji bo girtiyên siyasî ên jin, jinên ku hewl didin xwe biparêzin têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê û serbestberdana kujerên jinan têbikoşîn. Li hemberî zext, zordarî û tirsê bibin dengê aştî, edalet û berxwedanê. Em ê li dijî şer bicivin û dengê aştiyê mezin bikin."
 
Emîne ji bo meşê banga tevlîbûnê kir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê di 25'ê Mijdarê de saet 16.00’an de li Qada Kolejê bin û li vir dê meşa jinan li dar bixin."