Ji ber barana zêde 9 kes mirin

  • 13:40 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an û 11 kes jî hêj winda ne. 
 
Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, bilanço her ku diçe girantir dibe. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku 9 kes di bager û lêhiya rabûye de jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî hêj winda ne.