Ji bo keça xwe têkoşîneke mezin da: Li kolanan ê dengê xwe bilind bikin

  • 09:05 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
MÛŞ - Bi saya têkoşîna Adîle Guler, kujerê Makbûle Sevîç cezayê muebetê girt. Adîleya ku ji bo keça xwe Makbûle di nav hewldanê de bû bi minasebeta 25'ê Mijdarê bang li jinan kir û got: "Bila jin li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Êdî bes e, bila jin neyên kuştin."
 
Her roj jin bi tundiya mêr, bav, bira û dewletê re rûbirû dimînin. Lê belê li dijî tundî, komkujî û destavêtinê jî têkoşîneke hevpar ên jinan heye û bêdeng namînin. Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê re jinan bernameya xwe ya çalakiyan derxistin. Dê li qadan li dijî tundiya li hemberî jinan, li dijî qetilkirina jinan, li dijî bêcezahiştina kiryaran dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bikin yek.
 
Çîroka Makbûle Sevînç jî dişibe çîroka bi dehan jinên ku hatine qetilkirin. Di 11’ê mijdara 2021’ê de Makbûlê û mêrê pêre zewicandî Necat Sevînç bi wesayîtê diçûn. Li gorî Necat derî vebûye Makbule ji wesayîtê ketiye xarê. Makbûle di 30’ê Kanûna 2021’ê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Serdozgeriya Komarê ya Mûşê derbarê mijarê de lêpirsîn dide destpêkirin û bûyerê wek “qeza trafîkê” derbasî qeydan dike. Piştî îfadeya dayika Makbûleyê gumanbar salek û sê meh şûnde di 2’yê Sibatê de tê girtin. Îdianameya ku "Ji qestî kes kuştin" tê amadekirin ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Mûşê ve jî tê qebûlkirin. Pratisyena Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê jî diyar dike ku tu nîşaneya ku Makbule ji wesayîtê bikeve tuneye û tenê ji aliye rastê yê sere wê werimiye û ji guhê wê xwîn hatiye. Di encama têkoşîna dayika Makbûle, Adîle Guler de rastî derdikeve holê. Di 5’ê Tîrmeha 2023’yan de jî şandeya dadgehê bi "Kuştina qestî" cezayê muebetê li Necat Sevînç dibire.
 
Dayika Makbûle, Adîle Guler ji ajansa me JINNEWS'ê re behsa têkoşîna xwe kir û bang li jinan kir ku li hemberî qetilkirina jinan bêdeng nemînin.
 
'Kuştinê wek qeza nîşan dan'
 
Adîle, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser zewaca keça xwe û roja ku bûyer qewimiye: "Makbûle 25 sal bû bi kiryar re zewicandî bû. Ji roja hat zewicandin heta roja hat qetilkirin jî her bi tundî û heqaretê re rûbirû dima. Ji ber zarokên xwe nedikarî dengê xwe bike. Ji me re tu carî tiştek nedigot. 4 zarokên wê hene. Kurê Makbûleyê wê demê li Erziromê leşkeriyê dikir. Ji bo kurê hilde û biçe Stenbolê hatibû Mûşê. Ew li Stenbolê diman. Dema hat Mûşê hat dîtiniya min. Lê kiryar bi lezgînî serê sibê hat û Makbûle hilda û çû. Lê bervê êvarê carekedin anî malê û got ‘Ez ê bêm sibê hildim’. Ew roja ku hat keça min bir, kiryar bi zarên birayê xwe re şer kirine. Mêvan jî hebûne û bûne şahidê vê yekê. Me ji Makbûleyê pirsî gelo tuyê bê an na, ew jî ji me re got 'Ger ku ez nemirim ez ê dîsa bêm'. Ew roja ku hat keça min bir, ber bi eşayê bû agahî hat gotin qeza kirine. Beriya qezayê Makbûle birine gundê Qicixê. Hevjînê wê Necat radibe lê dixe û gundî hemû dibin şahidê vê yekê ye. Gulîxan, Zenûre û Naîde jî şahidê vê yekê ne. Keça min dibin mala Zenûre û kiryar jî bi xwelîdankê serê keça min ji aliyê rastê dixe. Xwîn ji difin û serê wê davêje. Bi lez radibin cilên Makbûleyê diguherînin. Kiryar xwestiye ku Makbûle bîne Mûşê. Gelek kesan jî dîtiye ku erebe pir lez çûye. Dibe ku keça min wir kuştibin. Kuştina keça min wek qeza nîşanê me dan.”
 
‘Ser bûyerê girtin'
 
Adîle, destnîşan kir ku ew gelek dereng ji rewşa keça xwe agahdar bûye ku rakirine nexweşxaneyê û wiha axivî: “Ewilî gotin qezaye û me jî bawer kir. Ji me hemûyan re gotin ‘Deriyê erebeyê vebûye û jê ketiye’. Çawişê ku çûye wê derê jî ji vê qezayê bawer nekiriye. Kiryar li gund digere û xizmên wan bi erebeyê tên keça min dibin nexweşxaneyê. Çima bang li ambûlansê nekirin? Çawiş çima tiştek negot? Kêmasiya çawiş jî heye. Dema ew bi texsiyê diçin çawiş ambûlansê digere û ew li hinda balafirgehê rastê hev tên. Piştre ji vir keça min bi ambûlansê radikin nexweşxaneyê. Ji me re gelek dereng agahî hat ku qeza kirine. Keça min radikin nexweşxaneyê emeliyet dikin û piştre jî radin beşa lênêrîna giran. Dû re me bihîst û em çûn nexweşxaneyê. Keça min sax ji mala min derket, çima hat kuştin? Ser bûyerê girtin û gotin qezaye.”
 
'Bi rûşwetê nehiştin ez keça xwe bibînim'
 
Adîle, diyar kir ku ew du mehan bi şev û roj li ber deriyê lênêrîna giran bûye û gelek caran xwestiye ku keça xwe bibîne lê hatiye astengkirin û wiha pê de çû: “Bijîşk Alev destûrê nedida ku ez keça xwe bibînim. Piştre ez çûm li cem bijîşk Mesût û min jê re jî got destûrê nadin ku ez keça xwe bibînim. Min ji wî jî pirs kir ev qezaye an hatiye kuştin. Bijîşk Mesût jî got ‘Nizanim qezaye an hatiye kuştin. Lê li ber erebê xwîn rijiyaye mejiyê wê. Ez nizanim ku kengî baş bibe’. Her wiha li wir ewlekariyên bi navê Mehmet û Feyzî hebûn. Ev herdu kes jî destûr nedidan ku ez keça xwe bibînim. Ez ji van gilî me. Her wiha ez ji Gulîxan, Zenûre û Naîde jî gilî me. Ew çi zirarê ji keça min dîtine ku ser vê bûyerê girtin? Zirara keça min ji kesî re tunebû. Ger ku kesên destûrê nedan ku ez keça xwe bibînim tê wê wateyê ku rûşwet xwarine. Ew ji ber vê yekê destûr nedan ku ez keça xwe bibînim. Alev bi ser min de qîr dikir û destûr nedida ku ez keça xwe bibînim. Lê kujer rojê du caran diçû nexweşxaneyê û keça min didît. Neviyê min dihatin digotin ‘Ez ê îro biçim meta xwe bimînim’. Dema em diçûn ewlekariyên wê derê û bijîşkan digotin îro hevdîtin tuneye û qedexeye. Digotin dê enfeksiyonê bigire. Lê me didît ku kujer ji odeya keça min derdikeve. Keça min enfeksiyonê ne ji kujer dê ji me bigirta? Keça min kuştin lewma destûrê nedidan. Maye 15 rojên ku Makbûle jiyana xwe ji dest bide kujer ji hevjînê min re dibêje ‘Makbûle di mala we de wisa bûye’. Piştre min bi kujer re şer kir. Ger ku qeza bûya çima erebe û şofor saxleme? Di nexweşxaneyê de cilên keça min tînin didin ewlekariyê û dibêjin bila bên îmzeyê bavêjin. Kujer diçe bi nigê xwe poşetê dixe û davêje. Lê cilên keça min veşartin. Min cilên keça xwe xwest jî nedan min. Hemû xizmên kujer ser vê bûyerê girtin û rastiyê negotin. Çima jin bên kuştin. Ev du sal in keça min hatiye kuştin. Keça min bê sûc bû."
 
Ji bo keça xwe têkoşîneke mezin da
 
Adîle, da xuyakirin ku di şîna keça xwe de hîn bûye ku ev bûyer ne "Qeza" bûye, hatiye qetilkirin û da zanîn ku li ser vê yekê ew derbarê kujer de doz vekiriye û wiha domand: “Tehlîlên keça min girtine û gelo jehr heye an na. Ma qey jehrê serê wê xistiye. Dozgeriyê xwestiye ku tehlîl bên girtin. Piştî çend roj şûnde ez çûm cem parêzer û ji min re gotin 'Tehlîlên Makbûle hatine’. Du sê roj şûnde kujer hat girtin. Ji bo ku kiryar bê girtin çi ji destên min hat min kir. Ji ber ku keça min di qezayê de jiyana xwe ji dest neda, keça min hat qetilkirin. Ji bo ceza bigire ez ketim nava hewldanan."
 
‘Çima ev qas jin tên kuştin?’
 
Adîle, bertek nîşanê qetilkirina jinan da û destnîşan kir ku herî zêde kezeba dayika diêşê û ew hemû êşa hevdû zanin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çima ev qas jin tên kuştinê? Çima kujerê jinan nayên cezakirin û pêşiya qetilkirina jinê vedikin? Divê edalet pêşiya vê komkujiyê bigire. Ger ku edalet pêk bihata dê kuştina jinan zêde nebûya. Bila jin li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Bila derbikevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Bila jin her gav li ser nigên xwe bisenin. Êdî bes e, bila jin neyên kuştin. Divê em her tim li dijî kuştina jinan li ser piyan bin. Kujerê keça min her çiqasî hatiye girtin jî wekî ku derve digere. Lê doza min li vir naqede. Doza Makbûle tu carî naqede. Bila tu kes nebêje ser doza Makbûle bê girtin. Ez heta ku saxbim xwedî li doza keça xwe derbikevim.”