'Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome'

  • 09:04 20 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Çar jinên di rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de kulîlk avêtin Gula Kuçukçekmeceyê doz li wan hat vekirin.  Hevseroka MATUHAY DER’ê Dîlek Demîr Sonmez axivî û got bi vekirina dozê nikarin pêşî li daxwazkirin azadiyê bigirin û got heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê wê têbikoşin.
 
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê û dayikên nobeta edeletê digirtin di 4’ê Nîsanê de bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kulîlk avêtin Gola Kuçukçekmeceyê.  Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkairya Xizmên Girtiyan ya Anatolu (ANYA KAYDER) Evîn Genç û Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAY DER) Dîlek Demîr û gelek jinên din jî tevli bernameyê bibûn.
 
Dayik ji taxa Kanarya ber bi Kolana Guvercînê ve meşiyabûn û daxuyanî dabûn. Dayikan piştre bi dirûşmeyan kulîlk  û qurnefîl danîn. Piştî vê polîsan jin û rojnameger dorpêç kirin. Dayikan bertek nîşanê dorpêçê dan. Polîsan ji dayikên nobeta edeletê Fînce Akman û Cemîle Çîftçî, hevseroka ANYAKAY DER’ê Evîn Genç û  hevseroka MATUHAY DER’ê Dîlek Demîr binçav kirin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceye di 12’ê cotmehê de der barê Fînce Akman, Cemile Çîftçî, Kumrî Akgul, Evîn Genç û Dîlek Sonmez Demîr de îdianame amade kir.  Di çarçoveya lêpirsînê de di îdianameyê de berzkirina dirûşman suc hat hesibandin û hat xwestin ku her çar jin bên cezakirin. Îdianame di 13’ê Mijdarê de ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Kuçukçekmeceyê ve hat qebûlkirin.
 
Hevseroka MATUHAY DER Dîlek Sonmez Demîr der barê îdianameya hatiye amadekirin, têkoşîna li dijî tecrîdê dimeşînin de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Armanca çalakiyê li dijî tecrîdê bilindkirina deng bû
 
Dîlekê da zanîn ku di 4’ê Nîsanê de roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi dayikên aştiyê re qurnefîl avêtine Gola Kuçukçekmeceyê û got: “Armanca me em balê bikşînin ser tecrîda li ser Birêz Ocalan û bandora tecrîdê ya li ser hemû civak û girîgehan belav bûye.Me xwest em li dijî tecrîda giran dengê xwe bilind bikin. Li welatên ku hiqûqa gerdunî pêk tê şertên tecrîda giran tune ye. Mixabin li welatê em dijîn bihêlin rêgezên hiqûqa grdunî, qanûnên welat nayên nasîn û ji aliyê deshtilatdariyek faşîzm û zalim ve qanûn tên derxistin. Qanûnên xwe nas nakin. Îdianameya hatiye amadekirin jî ji vê nêzîkatiyê pêk tê.”
 
‘Wê têkoşîn bidome’
 
Dîlekê destnîşan kir ku der barê wan de îdianame bê amadekirin jî wê li dijî van polîtîkayên zext û tecrîdê têbikoşin û heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê wê daxwazên xew bînin ziman û wiha bi lêv kir: “Fikriyata Abdullah Ocalan ne tenê ji aliyê Kurdan ve ji aliyê hemû gelan ve tê qebûlkirin. Rejîma çavsor û faşîst a AKP-MHP’ê  ji bo hebûna xwe ya qirêj bidomîne vê qebûl nake. Dizanin ku wê paradîgma serokatiyê li vî welatî aştiyê pêk bîne. Ji ber vê li dijî zextan wê têkşoîna me bidome.”
 
Ji bo jinan bang!
 
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser civakê û got: “Ji aboriyê bigirin heta ekolojiyê ji jinan bigirin heta xwezayê qirkirinek meizn heye. Ez bang li hemû jinan dikim. Werin em bi hev re vê desthilatdariya qirêj bişînin. Riya jiyana hevpr a bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkane. Ji bo azadiya serokatiyê em bi hev re têbikoşin.”