Berîtan ji ber navê xwe ji bo mulakatê hat astengkirin

  • 09:02 20 Mijdar 2023
  • Rojane
-
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Roza Berîtan Kanat ya ji ber navê xwe gelek caran êrîşên nîjadperest lê hatin kirin, tevî di ezmûnê de 98 puan girt jî ji ber navê Kurdî negirtin zanîngehê.
 
Roza Berîtan Kanat ya 19  salî li Êlihê dijî û ji ber navê xwe gelek caran li pêş astengî derketine û êrîş lê hatine kirin. Ji temenê biçûk de li dibistanan bi nîjadperestiyê re hatiye rû hev û herî dawî ev di mulakata zanîngehê de jiyaye.Berîtanê diyar kir ku ew li dijî tunekirina nasnayê divê çand û dîroka Kurd fêr bikin.
 
Ji ber nav ji mulakatê derbas nebû’ 
 
Beritan piştî lîseyê diqedîne dikeve ezmûnên zanînê û bi ser dikeve. Di 2022’an de ji ezmûna xêzkirinê 98 puan digire û di nav 700 kesî de dibe duyem. Berîtan wiha got: “Ez li zanîngeha Ataturkê ketim mulakatê lê ji ber nav ez negirtim. Ji ber vê newekheviyê nêrîna min ya li dijî zanîngehê guherî. Min tercîh nekir. Berê min dixwest bibim mamoste lê niha fikara min guherî.”
 
‘Gotin nasnavê te Berîtane’
 
Berîtanê da zanîn ku ji biçûkatiyê de ji ber navê xwe zext û newekhevî dîtiye û wiha domand: “14-15 salî ez ketim baskê ciwanan yê partiyê. Min di mîtînga hilbijartinê qerta peywirdariyê girt. 3 polîsan gazî min kir û nav pirsîn. Min navê xwe got. Lê wan gotin ev nasnavê te ye û ez birim. Nasname xwestin. Min got 16 salî me min nasnameya xwe negirtiye ser xwe. Min TC ji wan re got. Polîsan li navê min mêze kirin û her sê polîsan tundî li min kirin.”
 
Berîtanê diyar kir ku piştî îşkenceya polîsan ji ser hişê xwe çûye û hevalên gel wê ew birine nexweşxanê lê ji ber polîsan lêdane doktoran ew derman nekiriye. Berîtanê wiha dirêjî daye: “Dema dibistana navîn dibistana me ligel lojmanên leşkeran bû. Ji ber vê em her tim bi malbatên leşkeran re hatin rû hev. Carekê em Kurdî axivîn û kesekî bi hevalên xwe re kevir avêtin me. Ji me re gotin Kurdî neaxivin Tirkî biaxivin.”
 
‘Ji ber Kurd bûm bertek nîşan dan’
 
Berîtanê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Min li Koleja Sinav a Êlihê lîse xwend. Zarokên polîs, leşker û mamosteyan pir bûn li wir. Malbatên Tirk pir bûn. Li polê tenê navê min Kurdî bû. Di dersa îngîlîzî de mamoste paragrafên kurt bi me dan xwendin. Hemû kesî paragraf bi herikbarî xwend û dor hat min. Her kesî got Kurdbûna te pir diyare. Piştî wê dersê min navber kir hevaltiyê. Wekê ez bi xeterim hatim dîtin. Bertek nîşan didan. Lê em Kurdin dîrokek me ya mezin heye. Divê em çand û dîroka xwe baş bizanibin.”