ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 20 Mijdar 2023
  • Rojev
 
* Bi saya têkoşîna Adîle Guler, kujerê Makbûle Sevîç cezayê muebetê girt. Adîleya ku ji bo keça xwe Makbûle di nav hewldanê de bû bi minasebeta 25'ê Mijdarê bang li jinan kir û got: "Bila jin li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Êdî bes e, bila jin neyên kuştin." BI DÎMEN 
 
*Roza Berîtan Kanat ya ji ber navê xwe gelek caran êrîşên nîjadperest lê hatin kirin, tevî di ezmûnê de 98 puan girt jî ji ber navê Kurdî negirtin zanîngehê. DÎMEN HEYE
 
*Çar jinên di rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de kulîlk avêtin Gula Kuçukçekmeceyê doz li wan hat vekirin.  Hevseroka MATUHAY DER’ê Dîlek Demîr Sonmez axivî û got bi vekirina dozê nikarin pêşî li daxwazkirin azadiyê bigirin û got heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê wê têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Nurdagi ya Dîlokê ku erdhejê bandorek mezin lê kiribû ji bilî xizan û Sûriyeyiyan kes lê nemaye. Li Islahiyeyê jî di xaniyên bi xesar de Amreîs Asmaael ya Sûriyeyî bi 8 zarokên xwe re dimîne. Amreîs Asmaael diyar kir ku ew konteynirê dixwazin, jiyanek bi rêk û pêk dixwazin û got ku rewşa wan ne tu rewş e. DÎMEN HEE
 
*Aktîvîst Mahbat Mahboub têkşîna jinan a li Îranê nirxand û diyar kir ku veger li beriya îlona 2022’an tune ye  û got: “Ev têkoşîn ji bo me hemûyan çavkaniya îlhamê ye û girîngiya piştevaniya femînîst û hêza wê bibîr tîne. Hêviya min ev e 25’ê Mijdarê bibe roja nasîna têkiliya ‘jin jiyan azadî’ ya têkoşîna femînîst a jinan ya hemû cîhanê.” BI DÎMEN DOSYA
 
*Endama Desteya Rêveber a RUMUD'ê Zeynep Demîr Akçer der barê Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen de axivî û diyar kir ku herî zêde zarok ji polîtîkayên şerxwaz ên li Kurdistanê tên pêşxistin bi bandor dibin û destnîşan kir ku ji bo tundiya sîstematîk û têkoşîna li dijî wê derkeve holê wan akademî vekiriye. DÎMEN HEYE