Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameyên 25′ê Mijdarê

  • 20:08 19 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya nêzbûna 25′ê Mijdarê çalakiyên hunerî û panel hatin lidarxistin.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê (25′ê Mijdarê) de ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin li kantona Hesekê, Kobanê, Dêrazor û Tebqa gelek çalakî hatin lidarxistin.
 
Hesekê
 
Kongra Star a Til Temirê bi durşma ′Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî′ li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê semînerek ji mêran re hate lidarxistin.
 
Di semînerê de bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û mêrên navçeyê beşdar bûn. Endama rêvebera Kongra Star a nvçeyê Zehra Emîn li ser rola jinan di tevahî aliyên jiyanê de axivî û wiha got: "Jin di serema kevin de bi taybet di serdema newolotîk de civak bi rê ve dibe û serkêşiya tevahî aliyên jiyanê dikir, lê zihniyeta baviksalarî tiştên destên wê de ji dest birin û bi wê re jinê cihê xwe ji dest da û gelek qeyd li ser hatin ferzkirin."
 
Dûre deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin. Beşdaran bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û fikrên wî yên ku jinê cihê xwe yê bingehîn wergirt.
 
Di vê çarçoveyê de şandeyek ji Nivîsgeha Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Koordînasyona Jin a partiyên siyasî serdana kampên Waşûkanî û Serêkaniyê kir ku rewşa jinên li her du kampan bişopîne.
 
Şande ji endama rêvebera Nivîsgeha Jin a MSD′ê Şêra Osê, nûnera hevbeş a Partiya Nûjen û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Mehmûd, nûnera Jin a Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûrî Nensa El Hemod pêk dihat.
 
Şandeyê bi hevseroka Kampa Waşûkanî Melek El Salih re civiya, her wiha her duyan li ser êş û astengiyên li hember jinên li kampan nîqaş kirin. Endama rêvebera Nivîsgeha MSD′ê Şêra Osê behsa astengiyên li pêşberî jinan li kampê derdikevin kir.
 
Şêra wiha domand: "Rewşên jin dijîn bandoreke neyênî li derûniya wan dikin. Ji ber ku di kampan de derfetên alîkariyê tune ne, bi wê re ew di aliyên aborî, civakî û çandî de bê îstîqrar dimînin."
 
Nûnera hevbeş a Partiya Nûjen û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Mehmûd axivî û wiha got: "Serdana me ji jinên kampan re di çarçoveya hevgirtina bi jinan re û di çarçoveya çalakiyên Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan de pêk tên. Ev yek erka li ser milê tevahî jinan e da ku em tevahî jinan rizgar bikin û rewşa wan bişopînin."
 
Hêva wiha domand: "Em hewl didin rewşa jinên koçber û êşên wan li kampê bizanin. Her wiha em hewl didin binpêkirinên di aliyên maf û mîsaqên navneteweyî de ku li dijî koçberan pêk tên binasin."
 
Li aliyekî din jî Meclisa Jin a MSD′ê pêşangeheke tabloyên hunerî li Parka Til Hecir a Hesekê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl li dar xist. Li hola pêşangehê 25 tablo hatin pêşkêşkirin ku balê dikişînin ser rewşa jinan û astengiyên li pêşberî wan.
 
Der barê mijarê de cîgira Meclisa Jin a Giştî ya MSD′ê Zozan Şemo axivî û wiha got: "Me îro komeke ji tabloyên hunerî yên hunermendê cîhanî Hesen Hemdan û tabloyên jinên Reqayê bi nêzbûna Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê pêşkêş kirin."
 
Zozan wiha domand: "Di her tabloyekê de peyameke jinê û tundiya li dijî wê pêk hatiye hebû; çi tundiya malê yan jî civakî."
 
Kobanê
 
Di çarçoveya lidarxistina çalakiyên 25′ê Mijdarê de bi dehan xelkê navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê meşek li dar xist.
 
Meş ji pêş Meclisa Navçeya Qenayê ber bi benzînxaneyê yê li aliyê rojavayê navçeyê ve bi rê ket. Li wir meş vegerî mîtîngê. Her wiha di mîtîngê de endama rêvebera Kongra Star a Navçeya Qenayê Cinêna Mihemed axivî û wiha got: "Rojane jin rastî êrişan tên, mîna dema hebûna DAIŞ′ê de, her wiha êrişên bi sedema hin urf û adatên klasîk. Li kêlek wê jî li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine rojane jin di sûcên tundiyê mîna tecawî, qetilkirin û revandinê re derbas dibin."
 
Cinêna wiha domand: "Em tevgera jinan soz didin ku têkoşîna xwe heta bidawîkirina tevahî şêweyên tundî û têkbirina dagirkeriyê dewam bikin."
 
Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê de Kongra Star a Navçeya Qenayê dewreyeke perwerdê ji 35 mêrên endam û rêveberên saziyên navçeyê re heta 3 rojan vekir. Di perwerdê de waneyên jineolojî, nijadperestiya zayendî û civaka xwezayê tên dayîn.
 
Tebqa
 
Li aliyekî din jî Nivîsgeha Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê li goristana şehîdan daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensûra yê Tebqayê Foza El Mihemed bi beşdariya malbat û hevjînên şehîdan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ji serdema Someran ve desthilata baviksalarî jin ji tevahî aliyan ve paşguh û bindest kiriye. Lê jin di Rêveberiya Xweser û xwespartina li fikir û felsefeya Abdullah Ocalan de rola xwe ya rasteqîn vegerand û şoreş bi rê ve bir.
 
Dêrazor
 
Li Dêrazorê jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarokê Sor ê bakurê Dêrazorê panelek li dar xist. Di panelê de behsa tundiya li dijî jinê, şêwe û sedemên wê hatin kirin.
 
Di panelê de endamên saziyên sivîl ên bajarok, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.
 
Di nîqaşan de behsa şêweyên tundiya li dijî jinê, geşekirina rola wê di tevahî aliyên rêveberî, aborî û siyasî de hate kirin.