TJA'yê li Cizîrê starta 25'ê Mijdarê da

  • 14:59 19 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - TJA'yê ku li Cizîrê starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê da got, "Em biryardariya xwe ya şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyana azad a jinan ji bo jiyaneke bê şer û adîlane diyar dikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Parka Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên xwe da. Di daxuyaniyê de ku gelek jin lê amade bûn pankartên "Komkujiyên jinan siyasî ne", "Jin jiyan azadî", "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" hatin vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. . Li ser navê girseyê aktîvîsta TJA'yê Songul Kuçuk daxuyanî xwend.
 
Siyaseta bêcezakirinê
 
Songul diyar kir ku ew weke jin 25'ê Mijdarê bi berxwedana li dijî tundiya mêr-dewletê ya li qadan pêşwazî dikin û jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Songulê destnîşan kir ku wan soza mezinkirina hevgirtina jinan a li hemberî jin, zarok û mirovên di encama polîtîkayên şe ên dewleta netewe de jiyana xwe ji dest dane dubare kirin û got, "Jinên ji çar aliyê cîhanê tên cem hev, diqîrin,  hêrsa xwe li dijî tundiya li ser jinê tînin ziman, îradeya xwe ya têkoşînê dubare dikin û li dijî çewisandina jinan têkoîna xwe mezin dikin."
 
'Soza me ya ji bo jinên hatine qetilkirin azadî ye!'
 
Songulê da zanîn ku ew di polîtîkayên şîdet û tecrîdê de hebûna hikûmetên baviksalarî dibîne û destnîşan kir ku hikûmet li şûna pêşîlêgirtina şîdetê teşwîq dikin. Songul da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP-HÛDA PAR jî bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirina sûcên ku li dijî gel, jin û zarokan tên kirin xelat dike û got, “Sûcên ku bi unîformayên li dijî jin û zarokên Kurd tên kirin jî di çarçoveya vê polîtîkayê de tên nirxand. Kiryar nayên cezakirin û tên xelatkirin.  Di 25’ê Mijdarê de em soza xwe ya ji bo Îpek, Gulîstan, Esra û bi hezaran jinên hatine qetilkirin dubare dikin; "Em ê polîtîkayên şerê taybet, êrîşkar, qirker û qirkirina jinan têk bibin û heta jin azad bibin em ê têkoşîna xwe berfireh bikin."
 
Talana ekolojîk
 
Songulê destnîşan kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi giştî mîna li Şirnex û Dêrsimê bi şewat, HES, bendav û mayînan re rû bi rû maye û got, “Bajarên me ji aliyê qeyûman ve tên talankirin. Parêzgeran ji roja ewil ve polîtîkayên xwe yên mêtînger pêk anîn û êrîşî destkeftiyên jinan kirin. "Çawa ku me berê polîtîkayên talanê yên qeyûman pûç kir û bajarên xwe ava kirin, em ê jî bi hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bajarên xwe ji nû ve ava bikin."
 
Tecrîd gelek qeyranan diafirîne
 
Songulê diyar kir ku bi kûrbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pirsgirêkên civakî veguherîne krîzên piralî û got, "Em jin dizanin ku tecrîda ku tê xwestin bê meşandin, bi paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalan ve girêdayî ye. Lêbelê em dubare dikin; Birêz Ocalan muxatabê çareseriya şer û kaosa li Rojhilata Navîn bi taybetî jî pirsgirêka Kurd e. Em biryardariya xwe ya şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyana azad a jinê, ji bo jiyanek bê şer, bê çewisandin û adîlane diyar dikin. Bi taybetî li ser girtiyên nexweş li girtîgehan polîtîkayên faşîst, nîjadperest û zayendperest tên meşandin. Înfaz tên şewitandin û pêkanînên kêfî tên kirin. Dema em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin em careke din bang li hikûmetê dikin; "Em jin bi dirûşm, tilîlî û rengên xwe li vir in."
 
'Em bang li jinan dikin ku xwedî li têkoşînê derkevin'
 
Songulê daxuyanî wiha bi dawî kir: “Em dibêjin sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê. Ji ber vê yekê em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin û sedsala xwe veguherînin serdema şoreşa jinê. Li Rojhilat di şexsê Jînayê de tayek por veguherî serhildanê û li Başur jî Nagîhanê mîrasek hişt. Berxwedana Evîn û Sara ya Parîsê bû hêviya ku pergala jinên Rojava ava kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku di pêşengiya jinan de azadiya civakî berfireh bikin û di 25’ê Mijdarê de li hev bicivin.”