Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan

  • 20:42 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî qedexeya PKK’ê li bajarên Ewropayê daketin qadan.
 
Li bajarê Strasboûrg yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TJK-F û TCŞ’ê li ber Gara Strasboûrgê li hev civiyan û destnîşan kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.
 
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji aliyê koma dostên gelê Kurd a Strasboûrgê Sylvîe Tourne ve hat xwendin, hat destnîşankirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hat şermezarkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin.
 
Aktîvîsta TJK-F’ê Helena Dersim jî diyar kir ku çareserî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk, wekhevî û azadiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Helena Dersim got: “Heta azadiya Rêbertiya me wê têkoşîna me bidome.” Ji hunermendên TEV- ÇAND’ê Sîdar Amed jî bal kişand ser têkoşîna bi biryar a gelê Kurd û got: “Yekane armanca me azadiya Rêbertiya me ye.”
 
Viyana
 
Li paytexta  Viyana ya Avusturyayê li dijî qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn, di saet 13:00’an de li ber Sefaretxaneya Almanyayê hate lidarxistin. Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Nûrcan Guleryuz daxuyaniya KCDK-E’yê xwend. Nûrcan Guleryuz got: “Armanc krîmînalîzekirina vê tevgera mezin a hevgirtinê ye.”
 
Kopenhag
 
Li Danîmarka Kopenhagê li ber Konsolosxaneya Almayayê qedexeya PKK’ê hate protestokirin. Di axaftinên çalakiyê de hate gotin ku PKK tevgereke mirovahî, azadî û demokrasiyê ye û dewleta Alman bi qedexekirina PKK’ê bûye hevkarê sûcê qirkirinê ya Tirkiyeyê.  Di çalakiyê de bang hat kirin ku siyasetmedarên Kurd ên ku Almanyayê girtiye, demildest werin berdan.
 
Lozan
 
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin.
Di daxuyaniya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ’ê û TekoJIN’ê ku di Komîteya Azadiyê de cih digirin wiha hate gotin: “Heta ku bi pêngavê encam bigirin em ê li qadan bin.”