Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25′ê Mijdarê didomin

  • 18:50 18 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  jin bi boneya Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê bername, panel, seminer û civînan pêk tînin. Jinan di civînan de diyar kirin li dijî zîhniyeta destest ya mêr yekitiya jinan pêwiste.
 
 Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê de ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarixstin li kantonên Qamişlo, Hesekê, Şehba û bajarê Reqayê gelek çalakî hatin lidarxistin.
 
Tirbespiyê
 
Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê bi beşdariya dehan jinên ji pêkhateyan Suryan ên ji tevahî bajar û navçeyên Qamişloyê hatine meşek li dar xist.
 
Meş ji pêş avahiya Kongra Star a bajêr dest pê kir û di meşê de pankartên ′Jin pira ber bi azadiyê ve ye′, ′Jin di pêkanîna civakê de dijî′ hatin hildan.
 
Li ber Meclisa Navçeya Tirbespiyê meş vegerî mîtîngê û daxuyaniyek ji hêla endamên Yekitiya Jinên Suryan Şamîran Samon û Şeza Xerîbe bi zimanên Erebî û Suryanî hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin hîna li tevahî cîhanê jin di tevahî şêweyên tundiyê re derbas dibin, her wiha bi taybet jinên li herêma Rojhilata Navîn di tevahî cureyên tundiyê re derbas dibin. Yekitiyê di daxuyaniya xwe de destkeftiyên di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi saya têkoşîna jinan pêk hatine pîroz kir.
 
Qamişlo
 
Li Qamişloyê Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan û Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk bi diruşma ′Şeref ne di bedena jinê de ye, şeref di azadiya civak û xakê de ye′ panelek li dar xist. Panel li navenda Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê hate lidarxistin.
 
Di panelê de bi dehan nûnerên jin ên saziyên sivîl, meclis, Yekitiya Jinên Ciwan û tevgerên jinan ên Qamişloyê beşdar bûn. Panel li ser du mijaran hate lidarxistin. Di mijara yekê de ′Tundiya li dijî jinê ji aliyê nêrîna olî ve′ ji hêla endama rêvebera Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk Evîn El Hecî ve hate birêvebirin.
 
Evîn anî ziman ku xîtaba ol, xîtaba ji jin û mêran re ye, tu cudahî di aliyê maf û erkan de navbera wan de tune ye û tiştê niha li dijî jinê ji tundiyê pêk tê nirxên îslamê yên rast derbas dike.
 
Endama rêvebera Rêxistina Sara Arzo Temo mijara duyemîn a bi sernavê′Tundiya li dijî jinê ji aliyê nêrîna qanûnî û civakî ve′ bi rê ve bir û di wê mijarê de şêweyên tundiya civakî yên heta roja îro şîrove kirin.
 
Arzo wiha got: "Rojane jin di tundiyê re derbas dibin; civakî, fîzîkî, tenduristî, gotin, aborî û elektronîk û ji bo sekna li hember van divê em çanda qanûn-hesab û pêkanînê-pêkanîna pergalan, peydakirina edaleta civakî belav bikin, jin, civak û beşa ciwanan zana bikin."
 
Til Temir
 
Di çarçoveya çalakiyên bi diruşma ′Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî′ de Kongra Star a Til Temirê ya Hesekê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdariay endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û mêran civînek li dar xist.
 
Di civînê de endama rêvebera Kongra Star Hêvîn Sebrî mîqasa Kongra Star şîrove kir û got: "Rêxistina Kongra Star rêxistineke konfederalî ye û nûnertiya jinan dike û di oxira jin azadiya xwe û mafên xwe li Rojava û Sûriyeyê bi dest bixe de tê dikoşe."
 
Hêvîn behsa armanca vê rêxistinê kir û wiha domand: "Kongra Star li ser bingeha hevgirtin, vîna û Rêveberiya Xweser bi tevahî jinên ji tevahî gel, çand, ziman û baweriyn li Rojava dijîn xwe bi rêxistin dike û di rêxistina xwe de xwe dispêre stratejiya neteweya demokratîk û derbaskirina navendîbûnê."
 
Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir û armancên Kongra Star ên pêkanîna edalet û wekheviyê, misogerkirina mafên jinan û parastina wê silav kirin.
 
Minbic
 
Li Minbicê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser 25′ê Mijdarê civînek bi beşdariya endamên meclisê, nûnerên partiyên siyasî li dar xist.
 
Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê hate lidarxistin. Di civînê de berdevka Nivîsgeha Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û şehîd Rojbîn Ereb di salvegera şehadeta wê ya 25′an de bi bîr anî û piştre beşek ji peyama şehîd Rojbîn Ereb xwend.
 
Li aliyekî din jî endama rêvebera Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Sena Receb axivî û got ji sedî 30 jinên li seranserî cîhanê di tevahî şêweyên tundiyê re derbas dibin û anî ziman ku dîroka tundiyê dirêj e.
 
Di dawiya civînê de li ser zulm û binpêkirinên li dijî jinan sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.
 
Her wiha Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê li ser Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan li Navenda Ciwan û Werzîşê bi beşdariya keç û xortan semînerek da.
 
Dêrazor
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê li ser 25′ê Mijdarê bi beşdariya xelk û jinên kampê û endamên meclisê panelek li dar xist.
 
Di panelê de li ser sedemên dihêle tundî li dijî jinan pêk werin hate şîrovekirin; mîna nezaniya çandî, urf û adatên paşketî, mezinbûna aborî. Her wiha di panelê de bal li ser tevahî şêweyên tundiyê; fîzîkî, derûnî, gotin û tenduristî û bandorên wan ên neyênî li ser jin û civakê hate kişandin.