Ji bo Roja Zarokan a Cîhanê li Tebqayê şahî

  • 16:39 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê li herêmên Rêveberiya Xweser de komeke zarokên Tebqayê helbest û kurteçîrok ji xelkê bajêr re xwendin.
 
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20'ê Mijdarê xelkê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên curbecur li dar dixin.
 
Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li bajêr şahiyeke zarokan hate lidarxistin. Her wiha komeke zarokên bajêr helbest û kurteçîrokên bi xwe nivîsandine ji dehan zarok û xelkê beşdar re xwendin.
 
Di şahiyê de Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê diyariyên sembolîk dan zarokan.