Li herêma Cizîrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin

  • 16:35 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê bi hezaran şênî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
 
Meşa ku ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve hate birêxistinkirin, ji Çarxerêya Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê destpê kir û heta sûka navendî dewam kir.
 
Beşdaran alên HPC, YPG/YPJ'ê û pankertên bi nivîsên “Na ji tundiya li dijî jinan re” , “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbertî” , “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji tundiyê re” berz kirin.
 
Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Asya Cûma dest bi axaftinê kir. Asya got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya ku nîşanî jinan daye, jinan xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêve bir û xwe îsbat kir.”
 
Asya, anî ziman ku divê hemû jin heta bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û xwedî li xeta ku Abdullah Ocalan nîşan daye derkevin.
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rêbertî” û “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.