Çalakvanên 'Meşa Azadiyê’ li Mêrsîne kom bûn

  • 16:33 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
MÊRSÎN - Welatiyên ku ji Edene, Hatay, Osmaniye û Dîlokê bi rêketin gihaştin Mêrsînê. Piştî daxuyaniyê dê ber bi Gemlîkê ve bi rêkevin. 
 
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAD-FED, MEBYA-DER  û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" tê lidarxistin. Welatiyên ji Edenê, Hatay, Osmaniye û Dîlokê di seatên serê sibehê bi rêketin gihaştin Mêrsînê. 
 
Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse ber bi Parka Zarokan a Ozgurê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê ve meşiyan. Welatiyan di meşê de dirûşmên "Zext nikare me rawestinê" û "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. 
 
Piştî ku li vir daxuyanî bê dayîn dê ber bi Gemlîkê ve bi rêkevin.