Ji bo 'Meşa Azadiyê' derketin ser rê

  • 11:50 18 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Şirnex, Riha, Êlih û Sêrtê ji bo tevli "Meşa Azadiyê" bibin berê xwe dan Amedê û dê li vir bi baskê Amedê re dest bi meşê bikin. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 32 meh in agahî nayê girtin. Li dijî tecrîda giran û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), MEBYA-DER  “Meşa Azadiyê” li dar dixin. 
 
Di serê sibehê de welatiyên li Şirnex, Riha, Êlih û Sêrtê kom bûn berê xwe dan Amedê.  
 
Şirnex
 
Şêniyên li Cizîra Şirnexê bi awayekî girseyî bi coş ber bi Amedê ve derket ser rê. Berî bi rê bikeve girseyê daxuyanî da. Li ser navê gireseyê parlamenterê HEDEP'ê yê Şirnexê, Mehmet Zeki Yilmaz daxuyanî da. Mehmet da zanîn ev 25 sal in tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û got:"Me li dijî tecrîdê hemleyek da destpêkirin. Her çiqas astengî çêbibe jî em ber bi  Gemlîkê ve diçin. Em nasekinin û berê xwe bi Îmraliyê vedikin. Em ê ji vir herin Amedê û ji wir bi awayekî girseyî herin Gemlîkê. Her kesên ku mafê mirovan û azadiyê diparêzin bila tevlî vê meşê bibin. Heger ev tecrîd rabe û aştî û demokrasî bê."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Be serok jiyan nabe","Ji tecrîdê re na" û bi tilîliyan bi dawî bû. 
 
Riha
 
Li Rihayê jî ji bo tev li Meşa Azadiyê bibin li navçeya Cûrnê Reş civiyan. Heta ku gel amadekariyên xwe temam kir, dirûşmên wek "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" berz kirin. Piştî amadekariyan welatî li wesayîtên xwe siwar bûn û ji bo basê meşê yê Amedê bibin, berê xwe dan navenda Amedê. 
 
Êlih 
 
Welatiyên ku ji bo meşê ji Êlihê bi rê ketin, li cihê Sê rêyê hatin cem hev. Welatiyên li vir stran gotin û govend gerandin. Timî dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî bi dawîbûna amadekariyan girse ber bi Amedê ve bi rê ket. 
 
Sêrt 
 
Li Sêrtê jî wesayîtên kesên ku ji bo "Meşa Azadiyê" derketin rê, di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyên ku bi awayekî derqanûnî rê li wan hat girtin, sedema vê yekê pirsîn, bi devkî bersiva "Talîmata ev e" hatin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê dan û biryardariya xwe ya berdewamkirina meşa xwe nîşan dan. Welatiyên ku bi qasî 2 saetan li vir hatin astengkirin, piştî destûr hat dayîn rêya xwe berdewam kirin.
 
Welatiyên ku ji Sêrt, Êlih, Riha û Şirnexê bi rêketin gihaştin Amedê û li ber avahiya HEDEP'ê ya Amedê kom bûn.