Bi 'Jin jiyan azadî' ber bi 25'ê Mijdarê ve (2)

  • 09:30 18 Mijdar 2023
  • Dosya
 
 
'Ji bo dawîlêanîna tundiyê rêxistin divê'  
 
AMED - Parêzera Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Polat, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê di warê têkoşînê de û bang li jinan kir ku di vê dema ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin de divê li dijî tundiyê rêxistinbûna xwe mezin bikin.
 
Tundiya dewleta mêr a li ser jinê her roj li qadên cuda didome û dijberî vê tundiyê berxwedana jinan jî li her qadê mezin dibe. Bi taybetî li Kurdistanê jinên ku ji ber polîtîkayên şerê taybet zext li wan tên kirin, tên binçavkirin û girtin bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bersivê didin van polîtîkayan. Di vê dema ku  ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re rojên bi jimar mane, me di beşa duyemîn a dosyaya xwe de cih da xebatên jinan ên Komeleya Jinê ya Rosa ku li Amedê di sala 2018'an de hatiye avakirin.
 
Komeleya Jinan a Rosa ku 5 sal berê hatiye damezrandin, dozên jinên bûne hedefa şerê taybet û hatine qetilkirin dişopîne û di heman demê de destekê dide jinan. Komeleya ku di 5’ê Cotmehê de kongreya xwe li dar xist, bi rêveberiya xwe ya nû armanc dike ku li dijî tundiya li ser jinê têbikoşe. Ji parêzerên komeleyê Berfîn Polat di vê dema ku em ber bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tudiya li ser Jinê a Cîhanê ve diçin ji ajansa me JINNEWS'ê re behsa xebatên xwe yên salekê kir.  
 
Ji bo jinan salek dijwar
 
Berfînê diyar kir ku sala borî ji bo wan sala têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, cureyên tundî û zayendperestiyê bû, Komeleya Jinê ya Rosayê li gel kar û xebatên xwe yên salane di erdheja ku di 6'ê sibatê de pêk hat de ji bo jinên di erdhejê de mexdûr bûne jî seferber bûne. Berfînê wiha berdewam kir: “Mê pêvajoyek hilbijartinê ya ku mafên jinan ji xwe re kir mijara bazariyê jî li pişt xwe hişt û em dikarin bibjêjin ku ev sal ji bo jinan saleke dijwar bû. Di nav vê salê de gelek hevalên me yên jin ên ku bi tacizên darazê re rû bi rû man hebûn. Me dozên van jinan şopandin û banga piştevaniyê ji bo wan kir. Di nav vê salê de  me bi rêxistinên saziyên sîvîl ên bajarê re, di qada mafên mirovan de xebat meşandin. Em tevlî danîşina Hasret Tutal a ku di 7’ê Cotmehê de hat qetilkirin bûn. Herwiha di vê pêvajoyê de Meryem Sevim a ku hat qetilkirin, me bi malbata wê re hem ji bo girtina Musa Sevim bi daxuyaniyan bang kir û hem jî em tevlî  danîşina wê ya ku di 25’ê Cotmehê hat kirin bûn. Lê danişîn jî taloqî 7'ê sibata 2024'an kirin . Di heman demê de me ji bo Armita û Ayda ya ku li di enacam çalakiyên li rojhilatê Kurdistnê de hatin revandin, tecawiz kirin û qetilkirin li ser medya dijîtal çalakiyên cûr bi cûr dan destpêkirin. Me li Sûrê û Fîskayayê li dijî tundiya li ser jinan û ji bo mafên jinan xebat meşand. Herwiha me wek Komeleya Jinan a Rosayê ji bo ku em tevli danîşina Pakîstan Demîr, Rozerîn Yildiz, Muhterem Akbulut û Firdevs Babat bibin me serlêdan kir.  Di pêvajoya erdhejê de jî ku rastiyeke vê salê bû,  Em wek Komeleya Jinan a Rosayê ji roja yekem a erdhejê de bi dildarî di qadên erdhejê bûn û me li gel jinan cih girt. Li Amedê di çarçoveya piştevaniya erdhejzedeyan de  li cihên wek Newroz Park, Sumer Park û 75’ê kon hatibûn danîn û ji bo ku bi erdhejzedeyên di van konan de mijul bibin şandeyek hatibû avakirin. Mejî  wek Komeleya Jinan a Rosayê di nav vê şandeyê de cih girt.”
 
'Komele bi tacîzên darazê re rûbirû ma'
 
Berfînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku  piştî pêvajoya erdhêjê hevdîtinên dîplomatîk ên neteweyî û navneteweyî kirine û tevli  organîzasyonên mirovî bûne. Berfînê da zanîn ku xebatên wan ên di warê derûnî de li herêmên erdhejê dewam dikin.  Berfînê bi bîr xist ku di nav vê salê de endam û rêvebirên Komeleya Jinan a Rosayê jî bi tacizên darazê re rû bi rû man û wiha dom kir: “Em tevlî dozên hevalên xwe jî bûn û me piştgirî da. Herwiha demek berê ber bi hilbijartinên heremî ve li Silopiyê me Komxebata bi sernavê "Em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2024'an polîtîkayên jinan nîqaş dikin’pêk anî û di vê çarçoveyê de kar û xebatên me li bajaran dewam dikin.  Dîsa em tevlî çalaki û komxebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di çarçoveyakampanyaya bi sernavê ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve'  bûn. Me ji bo mezinbûn û pêşketina kampanyayê têkoşîn da. Niha jî hevalên me ji bo 26’emîn  Komxebata Sitargehên Jinan li Îzmîrê ne. Herwiha em li Enqereyê tevli Doza Tejayê ku ji 7'ê mijdarê de dest pê kir û hata 9'ê mijdarê berdewam kir jî bûnl û em bi wan re ketin piştevaniyê. Me di nav vê salê de gelek xebatên din jî meşandin. Herwiha li gel van xebatên xwe em bi gelek binpêkirinên mafan re jî rû bi rû man. Lê me xebatên xwe dewam kirin û li dijî tundî û qetilkirina jinan, şer û talankirina xwezayê gelek çalaki li dar xistin. Me di rojên borî de xwest ku li dijî  êrîşên li ser Rojava û şerê li Filistînê daxuyaniyê bidin lê bi sedema ku di nav metne de peyva ‘Rojava’ derbas dibû, daxuyaniya me hat astteng kirin û me jî ev asttengkirin bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Herwiha em saziyeke ku serlêdan lê tê kirininin. Di nav vê salê de jî me gelek serlêdanên jinan ên derbarê tundiyê de girtin û piştgiriya hiqûqî û derûnî da jinan. Xebatên me di vê çaroçoveyê dê bidomim.”
 
‘Kiryar tên parastin’
 
Berfînê di axaftina xwe de de bi bîr xist ku jinên ku li vî welatî têkoşîna hevpar a azadî û heqîqetê didin, bi tacizên darazê re rû bi rû dimînin û li dijberî vê jî kiryarên ku jinan qetil dikin ji polîtîkayên desthilatdariyê cesaret digrin. Berfîn da xuyakirin ku li  vî welatî kiryar bi  qenûnên bexşandinê ku tên derxisin  re sûcên xwe dewam dikin û ev tişt got: “Em dibînin gotinên ku desthilatdarî ji bo bandorê ser girsêya xwe bike bikar tîne, êdî di nav salônên dadgehan de ji aliyê kiryarên jinan ve jî tên gotin. Kiryar jî êdî gotinên  di bin navê ol, millet yekitî û yekparêbûna dewletê de tên kirin bi kar tînin û ev gotin bi destê desthilatdariyê tên meşrukirin. Em di daneşîna ku tevlî dibin de dibînin ku êdî kiryar ji bilî parastina xwe û dosyaya xwe, li ser esasên olî û millî parastinê dikin. Çawa ku desthilatdarî êrîşî saziyên jinan dike, êdî li salonên dadgehan jî kiryar êrîşî saziyên jinan dikin û parastinên ku têkoşîna jinê krîmînalîze bikin, dikin. Me di biryara derbarê doza  Esra Yucelê de jî dît ku kiryar tên parastin. Di danişînan de dema ku kiryar kincên fermî yên polîs û leşkeran li xwe dikin ew doz bi bêcezakirinê bi encam dibe. Kiryarên polîtîkayên şerên taybet vî rengî tên parastin û ji xwe ji bo van pêkanînan wan dişînin herêmê.”
 
'Em heta dawî dosyayan dişopînin'
 
Berfînê da nişandan ku Komeleya Jinan a Rosa xebatên xwe di bin navê lijneyan de dimeşîne û daxuyand ku yek ji lijneya wan jî hiqûqe. Berfînê da zanîn kû lijneya hiqûqê ya Komeleya Jinan a Rosayê dosyayên jinên ku tên qetilkirin, taciz û tecawizkirin ji nêzîk ve dişopîne û wiha got: “ Me dosyayên Denîz Poyraz, Firdevs Babat, İpek Er, Rozerîn Yildiz, Muhterem Akbulut, Hasret Tutal û gelek jinên din şopandin û daxwazên xwe yên tevlîbûna dozan peşkeş kir. Lê bele daxwazên me yên tevlîbûnê ji aliyê dadgehan ve tên redkirin.  Lê ev ji bo me ne pîvan e. Her çiqas daxwazên me yên dozan bên redkirin jî em ji bo ku ew dosya bi bêcezahiştin bi encam nebe û daxistina cezayê ji bo rewşa baş neyê dayîn heta dawiyê wan dozan bişopînin.”
 
‘Polîtîkayên şerê taybet dibin sedema qetilkirinê’
 
Berfînê balkişand ser polîtîkayên şerên taybetên ku xwe ser jinê de dide meşandin û diyar kir ku bi deste polîtîkayên şerên taybet qetilkirina jinan û tundî zêdetir dibe li her qadên jiyanê belav dibe. Berfîn destnîşan kir ku ev polîtîka bi awayê dizî ve qadên me yên jiyanî re diçizire û wiha axivî: “Her binavkirin ji bo polîtîkayên şerên taybet kêm dimîne. Loma jî ev kiryarên polîtîkayên şerên taybet dizanin ku tu tişt nayê serê wan, dev ji kiryarbûnê bernadin. Pirsgirêka herî mezin a pêşiya me û yên saziyên din polîtîkayên şerên taybet e. Em panel, civîn û komxebatên ku saziyên jinên din re pêk tînin de rojeva sereke polîtîkayên şerên taybet e.”
 
‘Komeleya Jinan a Rosa xweparastineke mezin e’
 
Berfînê  di axaftina xwe de binê hedefgirtina Komeleya Jinan a Rosayê xêz kir û daxuyand ku avakirina Komeleya Jinan a Rosayê xweparastineke mezine ji bo jinan. Berfînê destnîşan kir ku di dema Rewşa Awarte ( OHAL) de, saziyên jinan hatin girtin û di rewşek wiha dijwar de ev komele hat avakirin. Berfînê da nişandan ku ji ber jinan zext û zilma li ser bajarê Amedê qebûl nekir û pêşengtiya têkoşînê kir, saziyên wan hatin girtin wiha berdewam kir: “Ji dîrokê heta niha destketiyên jinan hatine hedef girtin û rê û rêbazên van êrîşan jî gelek caran hatiye guhertin. Niha jî daraz bû ye rê û rêbazekê van polîtîkayên li dijî destkeftiyên jinan.  Rê û rêbaza vê yekê ya herî bibandor jî tacizên darazê ne. Em bi tacizên darazê yên polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû dimînin. Em bi saziyên din ên jinan re heman çalakiya dikin, lê belê darizandina me ne heman e. Ew bi muxalifbûna qenûnê tên darizandin, em ji ber nasnameya xwe ya kurd bi sedemên cuda  tên darizandin. Herwiha em bi binçavkirin û girtinên dirêj re rû bi rû dimînin. Loma jî endam û rêvebirên me ji ber ku tevlî çalakiyên me bûne, bi tacizên darazê re rû bi rû man. Lê belê me tucarî li hemberî van zextan û zoriyê gav paş neavêt. Tişta ku dikev ser milên me jî ev e ku em Komeleya Jinan a Rosayê xurttir û mezintir bikin.”
 
‘Divê rêxistinên jinan ji bo aşitiyek birûmet têbikoşin’
 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinan ji dîrokê de heta niha  li dijî polîtîkayên zextê berxwedaneke mezin dane. Berfînê  bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Berxwedanên herî mezin bi pêşengtiya jinan tên kirin. Ya herî girîng ev e ku em bi xweparastinê ligel hev bisekinin,  tifaqa xwe û vî rihê xwe yê rêxistinî mezin bikin. Êdî hêza me ji ya dewletê zêdetir e.Ji ber ku jinên Kurdistan û Tirkiyeyê mil bi mil vê tekoşînê bi hev re dimeşînin. Ber bi 25’ê Mijdarê ve ji bo dawîlêanînan qirkirina jinan, divê em rêxistina xwe mezin bikin. Li hemberî êrîşên li ser Rojavayê û şerê li Filistînê, li Rojhilata Navîn aşitiyek birûmet gelek girîng e. Divê rêxistinên jinan bi rêxistin û dengek mezin ji bo aşitiyek birûmet pêşengtiyê bikin. ”