'Bi esasgirtina ramanên Rêbertî em ê tundiyê têk bibin'

  • 09:18 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endamên Kongra Star derbarê civîna xwe ya salê ya li Helebê de diyar kirin ku ew ê bi esasgirtina ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tundiyê têk bibin û wiha gotin:"Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li ked û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û xwedî li giyanên şehîdan ên pîroz derkevin heta ku em azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî mîsoger bikin û xwe bigihînin tevahî jinên bindest." 
 
Bi dirûşmeya "Bi rihê şehîdên serdemê em ê têkoşîna xwe bilind bikin" Kongra Star a bajarê Helebê civîna xwe ya salê li dar xist.
Civîn bi amedebûna jinên ji komîn, meclîs û partiyan hat lidarxistin. Perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora salekê hat xwendin. Di heman demê de rewşa siyasî û rewşa rêxistinî hat nirxandin. Endama Koordînasyona Kongra Star, Roşîn Muse û Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê, Fehîme Hemo derbarê lidarxistina civîna xwe de nirxan kirin. 
 
'Bi esasgirtina ramanên Rêbertî em ê tundiyê têk bibin'
 
Di axaftina xwe de Roşînê diyar kir ku wê bi rihê têkoşîna jinan xebata xwe bi ser bixin û wiha domand:"Li ser esasê encama dawî ya vê civînê di heman demê de jî bi esasgirtina perspektîfên Rêbertî em ê hemî cureyên tundiya li ser jinê bi dawî bikin. Em ê rêxistina xwe ji vê xurtir bikin. Çimkî çiqas em bikaribin xwe û jinên taxê bi rêxistin bikin ewqas em ê bikaribin dawî li şîdetê bînin."
 
'Tevî hemî astengiyan me karê xwe dewam kir'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê, Fehîme Hemo jî derbarê civîna wan a salane de wiha nirxandina xwe kir:" Di nava salekê de xebatek pir bi nirx hat kirin. Tevî hemî rewşên giran ku bi ser taxê de tên mîna erdhej û ambargoyê, dîsa jî tevahî jinan di bin siya rêxistina Kongra Star de, xwe bi rê ve birin û bûn bersiv. Jinan di hemî qadan de cihê xwe girtin."
 
'Em hewl didin xwe bigihînin tevahî jinan' 
 
Di dewamiya axaftina xwe de Fehîmeyê da zanîn wan dikaribûn bi xebatên hîn zêde xwe bigihandina jinan lê di vî warî de kêm mane û wiha got:"Lê belê em bi xebatên xwe û bi serhildana xwe hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Û em hewl didin hemû jin bi mezinkirina rêxistinbûyina xwe li ramanê Rêbertî xwedî derkevin. Rêbertî her tim bi ramanên xwe banga azadî û demokrasiyê dike."
 
'Bi têkoşîna jinê em ê xwedî li keda Rêbertî derkevin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fehîmeyê soza mezinkirina têkoşînê ya heta xelaskirina jinê ya ji tevahî cureyên tundiyê da û wiha got:"Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her tim li berxwe bidin. Em li hember Rêbertî û şehîdên doza azadiyê soza xwe nû dikin. Bi têkoşîna jinê em ê xwedî li keda Rêbertî derkevin. Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li ked û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û xwedî li giyanên şehîdan ên pîroz derkevin heta ku em azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî mîsoger bikin û xwe bigihînin tevahî jinên bindest."