Li dijî tundiyê dê li kolanên Qersê dengê xwe bilind bikin

  • 09:15 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin  
 
QERS - Siyasetmedarên jin ên li Qersê diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li qadan, li dijî polîtîkayên îktîdarê dengê xwe bilind bikin û rêxistinbûna xwe mezin bikin.
 
Polîtîkayên îktîdarê ya ku dijminatiya jinan dike li Kurdistan û Tirkiyeyê cuda cuda tê meşandin. Bi wan polîtîkayan hemû destkêftiyên jinan hedef tên girtin. Sîstematîzekirina bêcezahiştinê jî rê li ber tundî û qetilkirina jinan vedike. Ligel wan polîtîkayên îktîdarê li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariya çalakiyên 25'ê Mijdarê tên kirin. Jinên kurd dê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" ya Tevgera Jinên Azad (TJA) dakevin qadan û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Siyasetmedarên jin ên li Qersê jî ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên îktîdarê û berxwedana jinan.
 
Zextên li hemberî jinan
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê Hacer Karataş Altay, anî ziman ku bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re ew ê bi awayek bi hêz dîsa li kolanan bin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li welatê me û tevahiya cîhanê qetilkirina jinan û tundiya li hemberî jinan her ku diçe zêdetir dibe. Lê mixabin ji bo pêşiya vê yekê bê girtin jî desthilatdarî tu gavekê pêwîst navêje. Pergala baviksalar ku îro zextek mezin li ser jinê dike xwekuştinê li jinan ferz dike. Ji girtîgehê bigirin, qada tendûristiyê, meclîsê û di her qada jiyanê de tundiyek li hemberî jinê tê meşandin. Îro jin bi tundiya fîzîkî û derûnî re rûbirû dimînin. Li Panosê girtiyên jin bi îşkenceya bendê berazê re rû bi rû man."
 
‘Me soz daye jinên ku hatine qetilkirin’
 
Hacer, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala serdest a mêr û berxwedana jinan a li hemberî pergalê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Çend her roj jin tên qetilkirin û bi tundiyê re rûbirû dimînin jî berxwedana jinan a li hemberî vê yekê didome. Divê bê zanîn ku em jin dê xwedî li hevdû û têkoşîna xwe derkevin. Ev jinên ku di parlamentoyê de cih digirin li hemberî xespkirina destkeftiyên jinan destê xwe bilind dikin, divê bizanin dê rojev bê kesek namîne ku mafê wan jî biparêz e. Divê ew li dijî vê yekê derbikevin û mafê jinê biparêzin. Ji bo ku jin mehkûmê mêran bibin çi ji destê desthilatdariyê tê dike. Civak hebûna jinê yekcar qebûl nake. Em ê bi têkoşîna Tevgera Jinên Kurd dengê xwe bilind bikin û li qadan bin. Me soz daye jinên ku hatine qetilkirin, heta ku kiryar neyên cezakirin em nasekinin. Em tu carî dev ji têkoşîna wan bernadin. Em ê li dijî her cûre tundiyê dengê xwe bilind bikin."
 
‘Divê em hêza xwe bikin yek'
 
Hevseroka  HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Qersê Neşe Ustebay jî daxuyakirin ku ew ne tenê di 25’ê Mijdarê de her roj li kolanê ne û wiha bi lêv kir: "Ne tenê rojekî re sînordar dimînin. Tenê ne bi mabesta girîngiya vê rojê çalakiyan li dar dixin. Jinên ku li Tirkiyeyê dijîn her roj bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em hemû vê yekê gelek baş dibînin. Wekî din ev hilbijartina giştî ji bo jinan bû xetereyek e mezin. Ji ber ku HUDA-PAR di meclîsê de cihê xwe girt û çawa ku di meclîsê de cihê xwe girt ewilî êrişê destkeftiyên jinan kirin. Di heman demê de di girtîgeha Patnosê de girtiyên jin bi îşkenceyek mezin re rû bi rû man. Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê qat bi qat zêde dibe. Ji ber vê yekê 25’ê Mijdarê ji bo me jinan gelek girîng e. Ji ber vê jî divê çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Piştî ku Jîna Emînî li Îranê hat qetilkirin dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' li tevahiya cihanê belav bû û bû dirûşmeyeke gerdûnî. Divê em jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê wek vê yekê tevgera xwe mezin bikin. Divê hemû jinên Tirkiyeyê bibin yek û ji tundiya li hemberî jinê re bêjin na. Divê em hêza xwe bikin yek.”
 
‘Di destê me de daneyên tundiyê tuneye'
 
Sekretera Jin a Egîtîm Sen a Qersê û endama Platforma Jinê ya Qersê Hanim Bulut Kurtulan jî bi lêv kir ku ew bi vê platformê xebatên ku dimeşînin ve dixwazin bibin dengê jinê. Hanim, da zanîn ku tundiya li dijî jinê çawa ku li tevahiya cîhanê tê jiyîn li Qersê jî vê yekê dibînin û wiha pê de çû: “Jinên ku ji aliyê mêran ve tên qetilkirin li ser bûyeran tê girtin. Ji ber yekê daneyek di destên me de tuneye. Îro di her qada jiyanê de tundî li jinê tê kirin. Tundiya fîzîkî, mobbîng û ne wekheviya nasnameya jinê heye. Ne nasnamebûn jî tundî ye. Fikrê xwe ku bi awayek azad nekaribin azad bînin ziman jî tundî ye."
 
'Dê dakevin qadan'
 
Hanim, destnîşan kir ku dê di 25’ê Mijdarê de dîsa li qadan bin û wiha got: "Em ê li dijî tundiya li hemberî jinan dengê xwe bilind bikin û bêjin ‘na.’ Zihniyeta ku wan diparêze re em ê bêjin na. Zagonên ku vê yekê meşrû dikin re bêjin na. Ji ber vê yekê divê em xwe bi rêxistin bikin û mil bidin milên hevdû. Em bang hemû jinan dikin ku bila dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin."
 
'Bi her zimanî jina jiyan azadî...'
 
Hanin di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa êrişên li hemberî destkeftiyên jinan kir: "Li aliyekî êrişê destkeftiyên jinan tê kirin. Li aliyekî ve jî em qêrînên xetereyên nû dibihîzin. Desthilatdar ji bo ku kuştina jinê meşrû bike bi HUDA-PAR re ket hilbijartinê. Armanca ev polîtîkayên siyasî ew e ku jinan bikin nav jiyana şerîtê. Ji ber vê yekê pêkanînên wan dide nîşandan ku dê ew ê ev polîtîkayên xwe pêk bînin. Mînak wek Wezareta Jinan rakirin û veguherandin Wezareta Malbatî. Peymana Stenbolê betal kirin. Zagona 6284’an hat rakirin û nefeqaya ji bo jinan hat guherandin. Bi betalkirina vê yekê re dixwazin jinê mehkûmê mêran bikin. Polîtîkayên li dijî jinan her ku diçe girantir dibe. Dixwazin koletiya modern li ser jinan bidin ferzkirin. Beriya her tiştî em ê dîsa dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bilind bikin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' li tevahiya cihanê belav bû û bû wek meşaleyê. Em ê bi hemû zimanan vê dirûşmeya xwe carekedin bînin ziman.”