Eylem Saruca: Em ê civaka demokratîk bi têkoşîna hevpar ava bikin

  • 09:12 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Oznûr Deger - Dîlan Babat 
 
ENQERE - Hevşaredara Kopê Eylem Saruca ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, da zanîn ku siyaeta qeyûm ji polîtîkayên tecrîdê serbixwe nîne û got: “Divê gelê Tirkiye û Kurdistanê di hilbijartinên herêmî de ji bo bersiva pêwist bide pergalê bi hev re têbikoşe. Me wek jinan ev pêk anî. Dema em bandora vê li civakê bikin wê civakek demokratîk bê afirandin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di 11’ê mijdarê de bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê re ber bi rêveberiyên herêmî’ li Enqereyê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk pêk anî. Di konferansê de nûneriya wekhev, rêveberiya herêmên demokratîk, siyaseta riya sêyemîn û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin.Yek ji xala herî girîng a konferansê jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Hevşaredara Kopê ya Muşê Eylem Saruca ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin der barê bandora tecrîdê ya li ser polîtîkayên qeyûm nirxandin kir.
 
‘Ji siyaseta qeyûm serbixwe nîne’
 
Eylemê destnîşan kir ku siyaseta qeyûm ji polîtîkaya tecrîdê serbixwe nîne û wiha vegot: “Tecrîda giran a 25 sale li ser Abdullah Oalan tê meşandin li ser hemû civakê bandor kiriye û bandor li ser siyaseta qeyûm jî kiriye. Siyaseta qeyûm li ser civaka demokratîk ya ku gelê Kurd dixwest ava bike hat pêkanîn. Siyaesta qeyûm ev du deme pêk tê. Li dijî ziman, çand û civaka Kurd ev siyaest hat meşandin. Li ser avakirina pergala demokratîk hat avakirin. Ev rewş ji zîhniyeta serdet ya mêr cudatir nayê nirxandin.”
 
‘Dixwazin cudahiyan bikin yek tîp’
 
Eylemê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de  bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî kêfî pêk tê û wiha domand: “Mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran ji dest hatiye girtin û ev sûcê mirovahiyê ye. Ev polîtîka bi salane tê meşandin. Xelekek polîtîka tecrîdê jî siyaseta qeyûme. Ziman, çand tê qedexekirin. Destkeftî tên tunekirin. Çawa li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd pêk tê bi siyaeta qeyûm jî li ser gel pêk tê. Di şexsê şaredariyan de dixwazin hemû kesî bikin yek tîp.”
 
‘Li dijî gelê Kurd darbeye’
 
Eylemê destnîşan kir ku pergala qeyûm wek protîpa pergala ku dewlet li gel ferz dike xistine jiyanê û got ev li dijî gelê Kurd darbeye. Eylemê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Ne tenê gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne. Li dijî vê tecrîdê bi awayekî topyekun deng neyê derxistin wê tecrîd hîn bêtir mezin bibe.”
 
‘Ji bo civakek demokratîk têkoşîna yekbûyî’
 
Eyleme di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku texrîbatên bi siyaseta rant û talanê hatine kirin bi avakirina civakek demokrtîk dikare bê çareserkirin û wiha dawî lê anî: “Bi perspektîfa ku Abdullah Ocalan daye ber me ev dikare pêk bê. Ji bo civakek demokratîk têkşîna yekbûyî ferze. Divê gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hev re li dijî vê bisekinin û têbikoşin.”