Li Semsûrê piştî 9 mehan şûnde rewş çi ye?

  • 09:07 18 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
SEMSÛR - Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejê bi bandor bû Semsûr bû. Di ser erdhejê de 9 meh derbas bû û me der barê rewşa bajar de dane kom kirin.
 
Yek ji bajarên ku piştî Mereş û Hatayê herî zêde ji erdhejê bi bandor bû Semsûr bû. Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan çend roj piştî erdhejê ji bajar ‘helalî’ xwestibû. Bandora erdhejê ya li bajar hîna wek roja ewil teze ye.
 
Li Semsûrê hîna xebatên rakirina kavilan didome. Xebatên hilweşandinê didomin. Ji sedî 80’ê hîna nehatine hilweşandin. Ev jî rîskek mezin e. Heta hîna di avahiyên bi xesar de mirov dijîn. Li aliyê din heta derengiya şevê xebatên hilweşandinê didomin. Ji ber xebatên hilweşandina avahiyan asîmanên bajar bûye mîna mij û moranê. Hewa qirêj e û xetereya tendirustiyê heye. Li bajar nexweşiyê girtina hilmê, kuxik û xitimandina poz dertê holê.
 
Şerê fîzîkî û sosyopolîtîk
 
Piştî erdhejê tablo her çû giran bû. Di binesazî, ceyran, av, starbûn, nexweşxane û konteyniran de başbûnek ne mijara gotinê ye. Wek sosyo-polîtîk tabloyek dertê holê. Li bajêr bi erdhejê re krîza aborî giran bû, xizanî, betalî û newekhevî derket pêş. Malbatên qelebalix ên pirsgirêka starbûnê dijîn li konteyniran zehmetiyan dikşînin. Mijarek din jî penaber in. Hejmara penaberan li bajar zêde ye. Li gundê Bebek ji bo penaberên Sûriyeyê konteynir hatine avakirin. Ji bilî rayedarên dewletê kes nikare bikeve vê derê. Tê gotin ku li wir nexweşiyên gurîbûn, spî û her wekê din zêde bûne.
 
Rewşa jinan
 
Bêguman ên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûn, jin, zarok û astengdar bûn. Ji bo jinan xebat hene lê daneyeke der barê vêde tune ye. Xebat veşarî tê meşandin.
 
Ji sedî 90’ê serlêdanan destberdan, nefeqe û welayet e 
 
Ji Baroya Semsûrê Aysun Avci diyar kir ku ji sedî 90’ê serlêdanan li ser pergala alîkariyê tên kirin der barê nefeqe, destberdan, welayet, tasfiyeye rejîma mal e û got: “Bi erdhejê re serlêdan zêde bûn. Di serlêdanan de jin ji ber pirsgirêkên tundiyê serlêdanê dikin. Piştî erdhejê jinan di alî xwegîhandina qada taybet û mahremiyetê de pirsgirêk jiyan. Tundiya li ser jinan zêde bû.”
 
25 dibistanî navber da perwerdeyê
 
Yek ji qada din a herî zêde ji erdhejê bi bandor bû perwerde bû. Li Semsûrê 181 kedkarên perwerdeyê û hezar û 602 xwendekarî jiyana xwe ji det dan. Li Semsûrê 25 dibistanî jî ji ber xesara giran navber da perwerdeyê. Li Golbaşi hejmara dibistanên hilweşiyane û zirarek mezin dîtine 23 ye. Hejmara dibistanên prefabrîk 6 in.
 
Bi zarokan re travma derketine holê
 
Piştî erdhejê gelek saziyên civaka sivîl ji bo başkirina şert û mercan ketin hewldanê. Komeleya Hêviyan a Rengareng yek ji van e. Xebatkara komeleyê Zîlan Baran da zanîn ku erdhejê bandorek mezin li ser zarokan kiriye û bi taybet jî zarokên bê derfet zêdetir bi bandor bûne. Zîlanê diyar kir ku bi zarokan re travma derketine holê û her tim grî, krîz, ji dayika xwe veneqetîn, bi şev bi qêrîn ji xew rabûn mijara gotinê ye. 
 
‘Dibêjin em li penaberan nanêrin û dişînin’
 
Zîlanê bi lêv kir ku rewşa zarokên penaberan hîn bêtir xerab e û got: “Ger ku doktorên ku newekheviyê bikin dibêjin ‘em nanêrin’ û şûnde dişînin. Me li qadê ev pir zêde dît. Zarokê 5 salî di nava agir de dibirin doktor, lê digotin ‘em li penaberan nanêrin’ û şûnde dişandin. Em di mijara xwegîhandina mafê esas ê zarokan de xebatan dimeşînin. Yek ji mafê esas ê zarokan lîstik e. Di vê çarçoveyê de di qada huner û lîstikê de sedema pêkanîname ya moduller ev bû. Me di mijara huner û lîstikan de xebat kir. Di demên dawî de me drama û pirtûkxane jî tevli kir. Yek ji hewcedariya herî girîng jî qada bi ewle ye.”
 
Li bajar rewşa aborî
 
Bandora hilweşîna li bajar pir giran e. Hema hema her saniye kamyonên ku kavilan dibin li bajar digerin. Hinek dukanên konteynir hatine avakirin. Hinek xwediyên dukanan ji ber nikarin barê lêçûnê peyda bikin dukanan digirin.
 
‘Em ê niha çi bifroşin ?’
 
Li navenda bajar piştî erdhejê hinek dukan hatine vekirin. Zelîha Balta li Sûka Mîmar Sînan a Melîkgazî esnafiyê dike û got beriya erdhejê kêm be jî nan dibirin mala xwe û got: “Piştî erdhejê xanî û dukana min hilweşiya. Malê me telef bû. Karê me têk çû. Tevî vê piştgiriya kirê nedan me. Wisa biçe em ê dukana xwe bigirin. Qe nebe lêçûna me tune ye. Barê av û ceyranê wê ji ser me rabe. Em di konteynirê de dimînin. Em her meh ji bêrîka xwe dixwin. Herî dawî me wesayîta xwe firot. Em her roj dibêjin em ê îcar çi bifroşin ?”
 
‘Rojên zehmet me dipên’
 
Remziye Tepe li sûka Balikesîr ensafiyê dike. Remziyeyê diyar kir ku erdhejê jiyana her kesî serobino kiriye û wiha domand: “Me xizmên xwe winda kirin. Em her şev heman êşê dijîn. Dukana min zirarek mezin dît. Me alavên xwe nikaribû derxista. Şaredariya Balikesîrê ev der çêkir. Bi peşkê dukan derket. Em gelek bi bandor bûn. Niha zivistan li pêş me ye rojên zehmet me dipên."
 
‘Min pereyê girt da deynê krediyê’
 
Emîne Çelîk jî destnîşankir ku piştî erdhejê di serî de pirsgirêka av û ceyranê gelek pirsgirêk jiyane û wiha domand: “Me her tiştê xwe winda kir. Niha cihê dukana me bi pirsgirêk e. Em ji 170 metre kare derbasî 20 metre kareyi bûn. Min ji projeya Yekîtiya Ewropayê 20 hezar girt. Bi wê jî deynê krediyê didim.”