Kongra Star ji bo zarokan şahiyek li dar xist

  • 16:14 17 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Çilaxa ya Qamişloyê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê bi dirûşma 'Em bi hev re zarokatiyê û zarokan biparêzin' şahiyek li dar xist.
 
Bi boneya nêzbûna Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20'ê Mijdarê, Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê destpêkirina rêzeçalakiyên bi dirûşma 'Bi hev re zarokatiyê biparêzin' ragihand. Ew çalakî ji 16'ê Mijdarê heta 20'ê Mijdarê tên lidarxistin.
 
Di çarçoveya çalakiyên Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê de Kongra Star ji zarokên Çilaxa ya Qamişloyê re bi sponseriya Rêxistina Stêrk li Parka Şehîdan a navçeyê bi beşdariya bi dehan zarok û endamên Kongra Star şahiyek li dar xist.
 
Di şahiyê de endama rêvebera Rêxistina Stêrk Sebah Fadil axivî û wiha got: "Armanca me ji lidarxistina van çalakî û şahiyan kêfxweşiyê bixin dilên zarokan, bi taybet digel rewşa li herêmê û êrişên bênavber."
 
Endama Kongra Star a Çilaxa Rojîn Hesesn Roja Zarokan a Cîhanê li tevahî zarokên cîhanê, zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zarokên şehîdan pîroz kir û got: "Dema em bişirîn û kêfxweşiyekê dixin dilên zarokan pir kêfxweş dibin."