Danûstandinên şandeya Rojava yên li Ewropayê dewam dikin

  • 14:27 17 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinên Rojavayî, danûstandinên xwe yên li Ewropayê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomînin.
 
Şandeya Jinên Rojavayî ji bo eşkerekirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û ji bo ji raya giştî ya Ewropayê re parve bike, danûstandinên xwe yên li Ewropayê didomîne. Di vê çarçoveyê de şandeya ku hat Swîsreyê hevdîtinan bi gel re pêk tîne û geşedanên li Rojava ji raya giştî re parve dike. Li gel saziyên Ewropayî şandeya ku bi Navenda Civaka Kurd a li dîasporayê re hevdîtinan pêk tîne ji endama Hevbendiyên Demokratîk û Ragihandinê ya Kongra Starê Rûken Ehmedê û Endama Civaka Ereban, Koordînasyona Jinan a Zenobîayê û Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê Khawla El-Îsayê pêk tê. Hate zanîn ku Îlham Ehmed a Hevseroka Desteya Rêveberiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku dihat payîn tevlî şandeyê bibe, ji ber sedemên ewlehiyê ji Rojava derneketiye.
 
Rûken Ehmed û Khawla El-Îsaya tevlî panela ku li Kampusa Zanîngeha Zurîhê bû ya li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin.
 
Rûken Ehmed derheqê geşedanên li Rojava agahî dan. Rûken Ehmed diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber dewam dikin û di van êrîşan de kadroyên pêşeng ên şoreşê tên hedefgirtin û lê zêde kir ku hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Rûken Ehmed gotinên xwe wiha berdewam kir, ‘’Her roj dron li ser asîmanê me difirin. Dema em sibehê ji mala xwe derdikevin em xatirê xwe dixwazin û wisa derdikevin. Koalîsyona Navneteweyî dibêje ku em li dijî van êrîşanan in  lê danûstandina dronan ya bi Tirkiyeyê re berdewam dikin. Li vir armanc hedefgirtina pêşengên şoreşê û tirsandina gel e lê bi ser nakevin. Mixabin nahêlin ku Rêveberiya Xweser planên demdirêj saz bike. Çimkî her roj êrîş li ser me pêk tên. Dewleta tirk a dagirker ji bo ku tevlîhevî derbixînin her tiştê ku ji destê wan tê dikin. Sûcên şer dikin. Dibistan, mizgeft, hemû tiştên ku sivîl bi kar tînin hedef digirin.’’ Û got:“Armanca wan a sereke  tepisandina şoreşê ye.’’
 
'Min nasnameya xwe ya jinê bi Kurdan re nas kir'
 
Di panelê de Hevseroka Komîteya Perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koordînasyona Jinan a Zenobîa Khawla El-Îsayê guhertinên di navbera serdemên Reqaya di bin kontrola DAIŞ’ê û Reqaya ku hate rizgarkirin de anî ziman. Khawla El-Îsayê diyar kir ku beriya hatina Kurdan, çeteyên DAÎŞ'ê propagandaya 'Dema Kurd bên wê her kesî bikujin' dikir, lê berevajî vê yekê min bi saya şoreşê nasnameya xwe ya jinê nas kir. DAÎŞ'ê digot dema ku Kurd werin wê her kesî bikujin, bi van gotin û propagandayên qirêj bang dikir ku gel bi Kurdan re bikeve şerî. Lê belê dema ku Kurd hatin, tu tiştên ku dihatin gotin pêk nehatin. Min nasnameya xwe ya jinê bi Kurdan re nas kir. Niha hîn jî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê berdewam dikin û bi taybet dewleta tirk dike ku van êrîşan zêdetir bike. Dewleta Tirk piştevaniya DAÎŞ’ê dike. Armanca wan ew e ku li herêmê tevliheviyê çêbikin.
 
Şande wê bi endamên saziyên sivîl ên Swîsreyê û her wiha gelê Kurd ê li Swîsreyê re hevdîtinan pêk bîne û sûcên şerî yên dewleta tirk wekî  dosyayekê pêşkêş bike. Şande dê bi Wezareta Karên Derve a Swîsreyê re jî hevdîtinê pêk bîne û 19'ê Mijdarê temasên xwe bi dawî bike.
 
Bernameya hevdîtinên gel ên şandeyê yên li Swîsreyê wisa ye:
 
"17’ê Mijdarê Roja Înê saet 18:00’an Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê.
 
18’ê Mijdarê Roja Şemiyê saet 14.00’an Navenda Çanda Rojava ya Zurîh.
 
19'ê Mijdarê Roja Yekşemê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê."