Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan stand hat danîn

  • 20:18 16 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê bi pêşengiya meclîsên jinan û tevgerên ciwanan ji bo azadiya Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan stand hat danîn.
 
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk kurd re çareseriya siyasî“ li bajarê Aaraû yê Swîsreyê standa hat danîn. Kampanya bi pêşengiya meclîsên jinan û tevgerên ciwanan ên li Swîsreyê, bi standên agahdarkirinê yên li navendên bajaran, civînên gel, meşên navend û herêman, her wiha bi partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û saziyên çapemeniyê re civîn û pêşkêşkirina dosyayan berdewam dike.
 
Di 15’ê Mijdarê de endamên Meclîsa Jinan ya Rojbîn li bajarê Aaraûyê serdana gelek saziyan kir û civîn pêk anîn. Endamên Meclîsê dosya radestî muxatabên xwe kirin, bal kişandin ser asta ku tecrîd gihîştiye û banga hestiyariyê kirin.
 
16’ê Mijdarê roja Pênçşemê berpirsên kampanyaya ‘’ji Abdullah Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ bi standa agahdarkirinê ya di navenda bajarê Aaraûyê danîn, li hember tecrîdê gelê Swîsreyê agadar kirin.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Meclîsa Jinan a Rojbînê seranserê rojê belavok belav kirin.