Parêzer Nesrîn Sotûdeh hat berdan

  • 13:39 16 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Nesrîn Sotûdeh ku tevlî merasîma cenaze ya keça kurd Armîta Girawend bû û ji ber vê yekê hate binçavkirin, piştî du hefteyan hat berdan.
 
Armîta Girawend a 16 salî ya ji bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê di 1'ê Cotmehê de li Tehranê bi hinceta ku serê xwe baş nenixumandiye, ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû binçavkirin û îşkenceyeke giran lê hatibû kirin.
 
Armîta piştî îşkenceyê ketibû komayê û pitşî 28 rojan di sibeha 28'ê Cotmehê de li nexweşxaneyeke li Tehranê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Armîta di 30'ê Cotmehê de li Goristana Beheştî Zera ya li Tehranê bi merasîmeke girseyî hatibû veşartin. Parêzer Nesrîn Sotûteh ku tevlî merasîmê bû bi lêdanê hatibû binçavkirin.
 
Komeleya Neda d'Îran a ku navenda wê li Fransayê ye li ser X'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku parêzvana mafên mirovan Nesrîn Sotûdeh hatiye berdan.
 
Nesrîn Sotûdeh ji bo şermezarkirina girtina kêfî ketibû greva birçîbûnê û tevî nexweşiya xwe jî derman qebûl nekiribû. Gelek komeleyan hişyarî dabû ku ev yek metirsiyeke girîng li ser tenduristiya Nesrîn Sotûdehê dike.
 
Parlamenta Ewropayê di sala 2012'yan de Nesrîn Sotûdeh hêjayî Xelata Sakharovê dîtibû.