Ji Agiriyê banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê'

  • 09:08 16 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
Rojda Aydin 
 
AGIRÎ - Jinên Agiriyê banga tevlîbûna “Meşa azadiyê” ya ku dê di 18’ê Mijdarê de pêk bê kirin û gotin: “Jiyanek azad û aştiyane bi azadiya Serok pêkan e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 24 sal in di bin tecrîdek giran de ye, 33 meh in tu agahî jê nayê girtin. Ligel ku parêzer û malbata wî ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin jî bêyî hincet tên redkirin. Li dijî tecrîda girankirî û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên di Dergûşa Şaristaniyan de (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariya Malbat û Girtiyan (TUHAY-DER) wê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. 
 
Beriya meşê li bajaran ku civînên gel tên lidarxistin de peyama “Azadî û aştî bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e” derket holê. Ji van bajara yek jî Agiriye û jinan bangawazî hemû kesan kir ku tevlî meşê bibin.
 
‘Yekîtî hebe serkeftin her tim heye’
 
Marîfet Yakar, anî ziman ku tecrît zilmeke mezin e û wiha domand: “Mafê parêzer û malbata wî heye ku biçe hevdîtinê bike. Ev zilm ne bi tenê ser serokatî heye, her wiha ser hemû girtiyên azadiyê heye. Êdî bes e ji vê zilmê û tecrîdê re. Divê êdî Gelê Kurd serê xwe rake li hemberî vê yekê. Bila gelê me tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan qebûl neke. Bila êdî yekîtiya kurdan ava bibe. Em têkoşînê mezin bikin û tecrîdê bişkînin. Ger ku yekîtî hebe serkeftin her tim heye.”  
 
‘Em ê tecrîdê bişkînin' 
 
Gulcemal Ozden jî tecrîda mûtleq a ser Abdullah Ocalan şermezar kir û bi lêv kir ku ew tu carî vê tecrîdê qebûl nakin. Gulcemal, wiha pê de çû: “Divê vê tecrîdê rabikin. Em daxwaza mafê xwe dikin. Em kurd in û xwedî kurdîtiya xwe derdikevin. Em ê xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Heta ku damleyek xwîna me hebe em ê li ser şopa qehremanên xwe bin. Em dixwazin ku Serokê me azad be û di nava gelê xwe de be. Roja 18’ê Mijdarê bila hemû Gelê Kurd rabe li ser piyan û em dest bidin destên hevdû vê tecrîdê bişkînin.”
 
‘Ji bo Serokatî em ê têkoşînê mezin bikin’
 
Ayşe Karakuş jî daxuyand ku divê tecrîd demildest bê rakirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em tecrîdê şermezar dikin û qebûl nakin. Bila tecrîda ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin. Em hêvî dikin ku bi vê meşê em ê tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin. Bang li hemû gelan dikim ku tevlî vê meşê bibin û em tecrîdê bi hev re bişkînin. Ji bo Serokatî divê em têkoşînê mezin bikin.”
 
‘Ji bo jiyanek azad tevlî meşê bibin’
 
Hanim Çelîk di axaftina xwe de bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser civakê û got: “Em jiyanek azad û aram dixwazin. Îro zarokên me li serên çiyan û di nava girtîgehan de ne. Em dixwazin ev zilm bi dawî be. Ji bo jiyanek azad di 18’ê Mijdarê de em tevlî vê meşê bibin.”
 
‘Em doza berdana Apo dikin’
 
Fatma Keskîn, diyar kir ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwaze û wiha axivî: “Em dixwazin Serok bê berdan û azadî bê vî welatî. Çima vê zilmê li ser me kurdan dikin. Em kurd vê tecrîdê qebûl nakin û li dijî vê serî radikin. Em doza berdana Apo dikin. Bila Gelê Kurd tevlî vê meşê bibin. Em bi şikandina tecrîdê re dikarin aştiyê bînin vî welatî.”
 
‘Em aştiyê dixwazin û ev jî bi Serok pêkan e’
 
Ozgul Karaaslan, daxuyand ku zilmê girtiyan dikin û ev zilm jî belav bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em kurd in û xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Ez Apo hezdikim û dixwazim demildest bê berdan. Em aştiyê dixwazin û ev jî bi Serok pêkane. Em ji bo jiyanek azad, aştiyane û wekhev li ser rêya têkoşînê ne. Ev hemû jî Serokatî dikare pêk bîne. Îro bi hezaran girtî di nava çar dîwaran de ne. Zilmek mezin li ser wan jî heye. Ev zilm li temamiya jiyanê belav bûye. Sûcê me kurdan çiye? Em kurd bi tenê aştiyê û azadiyê dixwazin. Ji bo azadiyê divê em tecrîdê bişkînin û ji bo vê yekê jî divê em tevlî meşa azadiyê bibin.”
 
‘Em dayik dê bibin pêşengên Meşa Azadiyê’
 
Hatîce Çamlibel di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya yekitiya Gelê Kurd: “Ez dixwazin hemû Gelê Kurd bibin yek û destên xwe bidin destên hevdû. Bi taybetî jî dayik divê hemû rabin ser piyan tecrîda ser girtiyan rakin. Em dixwazin azadî û demokrasî bê vî welatî. Ev tecrîd bi salan e ser Serokatî û Gelê Kurd tê meşandin. Ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin divê em bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin. Divê em hemû tevlî vê meşa azadiyê bibin û tecrîdê bişkînin. Em dayik bibin pêşengên vê meşê. Em hevdû bi tenê nehêlin. Em hemû hêza xwe bikin yek û tevlî meşê bibin.”