Li dijî êrîşa li hember gora Ugur Kaymaz bertek

  • 19:54 15 Mijdar 2023
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Berîtan Guneş  bertek nîşanê texrîbkirina gora Ugur Kaymaz yê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, da û wiha got: “Em van êrîşên li hember goristanan, hişê civakî tu carê qebûl nakin. Em kesên ku rê didin van êrîşan lanet dikin.”
 
Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin bertek  bertek nîşanê texrîbkirina gora Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaçmaz  yên 19 sal berê li Qoser a Mêrdînê  bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, da. 
 
Berîtanê diyar kir ku Ugur Kaymaz dema hatiye qetilkirin 12 salî bû û 13 guleyan hatiye qetiklirin û wiha vegot: “Çend roj berê gora Ugur Kaymaz û bavê wî hat texrîbkirin. Em van êrîşên li hember goristanan, hişê civakî tu carê qebûl nakin. Em kesên ku rê didin van êrîşan lanet dikin.”