Li Til Temirê derbarê tundiyê de semîner hat dayîn

  • 14:26 15 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro Kongra Star li gundê Til Fêda ê dikeve aliyê başûrî navçeya Til Temirê li ser tundiya li dijî jinan semîner da.
 
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê û bi dirûşmeya "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî" ku ji aliyê Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû eşkerekirin, îro Kongra Star li gundê Til Fêda yê dikeve  aliyê başûrî navçeya Til Temirê, bi beşdariya jinên gund, malbatên koçber û mêran semîner da.
 
Xwedawendî û statûya dayikê a ku hat dizîn
 
Rêvebera Kongra Star a navçeyê Hêvîn Mûsa di destpêkê de statûya dayikê ya jê hat birin û heta niha jin jana wê dikşîne bi bîr xist û wiha got: "Dema ku em li ser civaka xwezayî lêkolîn dikin, em dibînin ku xwedawendên jin û dayik karîbûn di atmosfera bihevrejiyana aştiyane, hezkirin û wekheviya di navbera hemû ferdên civakê de bi awayekî şareza civakê bi rê ve bibin û di hemû warên jiyanê de li gorî prensîba (her tişt an tiştek) qebîle bê kîn û cihêkarî birêve bibe. Ruxmî hemû berxwedanê mêr bi hîle û fêlbaziya xwe karîbû gav bi gav xwedawendî û statûya dayikê ya pîroz bidize û gelek sînoran li ser wê ferz bike."
 
'Gelek sedemên tundîya li ser jinan hene'
 
Hêvîn Mûsa got ku rêbazên şîdeta li ser jinê gelek in û wiha dom kir: "Dibe ku bi gefxwarin, îstîsmar, xapandin, tacîzkirin, kêmkirina şiyanên derûnî û bedenî yên jinê be, an jî bi heqareta li rûmeta wê û kêmkirina nirxê wê, ango şîdeteke gotin û kirin be. Gelek sedemên tundîya li ser jinan hene jî sedemên çandî, perwerdehî, urf û adetên civakî yên şaş her wiha sedemên aborî jî gelek rol dilîze. Her wiha îstîmara fîzîkî, hestiyarî, derûnî, aborî, giyanî, devkî û paşguhkirina tenduristî ev hemû jî şêweyê tundîya li ser jinan tê meşandin e."
 
'Di tevna civakî ya Kurd de guhertineke mezin pêk hatiye'
 
Hêvîn Mûsa wiha dom kir: "Eger hemû pêkanîn ji holê ranebin, ji feraseta rojane ya biçûkbûnê bigre, ne mimkûn e ku mirov behsa rizgariya jinê ji şîdeta li dijî wê tê kirin bike. Weke şertê bingehîn ê rizgariya jinê jî, xwe ji hemû şopên zihniyeta kevnar rizgarkirin û li ser kiryar û têkiliyan ronîkirin e. Ev tez ji bo civaka Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê şoreşeke rewşenbîrî nîşan daye, ji ber ku di tevna civakî ya Kurd de guhertineke mezin pêk hatiye, bi taybetî jî di warê têkiliyên civakî yên jin û mêr de."
 
Paşê derîyê nîqaşê li pêşberî jin û mêran, li ser tundiya ku jin pêre rûbirû tê û awayê têkoşînê vebû.