Ji bo 25'ê Mijdarê li Kobanê çalakî hat lidarxistin

  • 14:18 15 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Jin ya TEV-DEM'ê semînerek derbarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê da sendîka, yekîtî û meclîsên xwe.
 
Kongra Star a herêma Firatê têkildarî 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê pêngava bi dirûşmeya “Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî” dabû destpêkirin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo roja 25’ê Mijdarê, îro Buroya Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê dîroka vê rojê, cure û rêbazên tundiyê û bandora wê ya li ser civakê semîner da. Di semînerê de Yekîtiya Hunermedan, Pîşesazan, bazirganan, karmedan, mamoste û meclîsên TEV-DEM amede bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, hevseroka TEV-DEM'ê Hedle Hesen belgeyên derbarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê xwendin û piştre rêveberiya Yekîtiya karmendan Bêrîvan Cuma jî şirove kir. Herî dawî jî şanoya bi navê ‘Şikest çênabe’, ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ve hat pêşkêşkirin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.