Jina ducanî li Rihayê hat qetilkirin

  • 14:09 15 Mijdar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Uzun a ducanî ji aliyê mêrê pêre hatî zewicandî Ahmet Uzun ve hat qetilkirin. 
 
Li taxa Çomlekçî ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ji mala malbata Uzun dengê çekan hat bihîstin. Li ser bihîstina deng leşker û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li hundirê malê ferq kirin ku Fîdda Uzun (24) a ducanî hatiye kuştin. Leşkeran li baxçeyê li pişt malê, êrişkar Ahmet Uzun bi tevî amûra ku pê sûc kiriye, binçav kirin. Ahmet Uzun ê ku hat binçavkirin, li xwe mikûr hat ku sûc kiriye. 
 
Li qereqola leşkeriyê karûbarên îfadegirtina Ahmet Uzun didome.