PENa Kurd: Em ê li gel nivîskarên di zindanan de bin

  • 10:15 15 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA  NÛÇEYAN - PENa Kurd têkildarî 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ya Cîhanê diyar kir ku tevî hemû astengî, zext û zordestiyan jî têkoşîna nivîskar, rojanmeger û çalakvanan a li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat berdewam e û got:"Weke Navenda PENa Kurd em dê hewlên xwe heta çareseriya rewşa nivîskar û rojnamegeran bidomînin û dê li kêleka wan bin."       
 
Komîteya Birêvebir a Giştî bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî parve kir. PENa Kurd di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna nivîskarên di zindanan de ya berdewam dike. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
"Kurdistaniyan îsal di rewşekê de bi çalakiyên cûrbicûr 100 saliya Peymana Lozanê şermezar kirin ku karîgeriyên nerênî yên herî bi bandor ên vê peymanê li ser hemû aliyên jiyana Kurd û Kurdistaniyan hebû. 
 
Kurd di çarçoveya dewletên nû ava bûyî de ji mafên xwe yên rewa û xwezayî bêpar man û daxwaz kirin û têkoşîna ji bo van mafan weke metirsî li ser asayîşa dewletan û di qada navneteweyî de hatine hesibandin û Kurd bi yekcarî di nava wan welatan de bûne tawanbar, herwiha navê Kurd û Kurdistanê di pirtûkên dersê yên wan welatan de û li cîhanê bi yekcarî hatine jêbirin yan bi awayekî nerênî behsa wan hate kirin. 
 
Nivîskar, çalakvan û rojnamegerên Kurd ji destpêkê heta roja îro her tim bi hewraz û nişîvên civaka xwe re hevgav bûne. Tevî ku heya roja îro jî derfetek ji bo azadiya edebiyatê ji siyaset û dîrokê çênebûye kedkarên wêjeya kurdî, bi wêjeya hêviyê, têkçûn, sûrgûn, berxwedan û xwenasînê, bûyer û geşesandinên civakî û siyasî yên di vî warî de tecrûbe kirin û tevahiya van li ser nivîskarên kurd hatine ferzkirin an sepandin.
 
Li Tirkiyeyê em rojane şahidê girtina nivîskar, rojnameger û çalakvanên kurd in ku bi awayekî nehiqûqî û derveyî zagonan ji ber daxwaza mafê perwerdahiya bi zimanê zikmakî û nivîsîna bi zimanê Kurdî yan şopandina bûyeran û beşdariya di çalakiyên çandî û wêjeyî bi hûkmên giran têne cezakirin û cezayên nû ji bo bi dehan nivîskaran piştî bidawîbûna hûkmên wan yên girtîgehê tê diyarkirin. 
 
Li Îranê tevî ku di zagona bîngehîn de mafê perwerdahiya bi zimanê zikmakî heye, ji destpêka desthilatdariya Komara Îslamiya Îranê heya roja îro ev xal nehatiye cîbicîhkirin û gelek caran nivîskar û rojnameger li ser vê têne binçavkirin û girtin. 
 
Tevî ku nêrîna rêjîma Îranê li hember Rojhilatê Kurdistan, Belûçistan û Xuzistanê nêrîneke ewlekarî û siyasî ye û di karnameya siyasiya wî welatî de givaş, tundûtîjî û milîtarîzekirina wan navçeyan tê dîtin lê piştî pêla serhildanên gel li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi Şoreşa ’’Jin, jiyan, Azadî’’ hate naskirin, pêla binçavkirin, girtin û kuştin û derketina ji welat a kesên nezarî û di nava wan de hejmara zêde ya nivîskar, rojnameger û çalakvanan asta nebûna azadiya raderbirînê li wî welatî nîşan bêhtir dide.       
 
Li Başûrê Kurdistanê û bi desthilatdariya kurdan a piştî sala 1991’ê derfeteke baş ji bo pêşveçûna wêje, edebiyat û rojnamegeriya Kurdî çêbû û tevî ku gavên baş di wî warî de hatine avêtin jî lê rikeberiya partiyên siyasî bûye sedema dabeşkirina nivîskar û rojnamegeran û partî bi çavê dijber li wan dinêrin. 
 
Helbet vê rewşê derfeta karkirina kesên serbixwe dijwartir kiriye û binçavkirina rojnameger, çalakvan û daxistina kanalên ragihandinê û berteskkirina azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe.
 
Ji sala 1981’ê ve PENa Navneteweyî roja 15’ê Mijdarê weke roja Nivîskarên di Zindanan de ya Cîhanê pêşniyar kiriye  û  nivîskarên girtî di vê rojê de tên bibîranîn, û balê dikşîne ser rewşa rojnamger, nivîskar û çalakvanên li seranserê cîhanê û metirsî û astengiyên li ser kar, xebat û jiyana wan.   
 
Li Kurdistanê ne tenê di zindanan de belku jiyana nivîskar û rojnamegerên kurd bi temamî di bin metirsiyê de ye û bi her awayî bi astengiyan re rû bi rû dibin, lê tevî hemû astengî, zext û zordestiyan jî têkoşîna nivîskar, rojanmeger û çalakvanan a li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat berdewam e. Em ê li gel nivîskarên di zindanan de bin. Weke Navenda PENa Kurd em dê hewlên xwe heta çareseriya rewşa nivîskar û rojnamegeran bidomînin û dê li kêleka wan bin.   "