Aktîvîsta TJA’yê :Divê em xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin

  • 09:06 15 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Tuba Ulu Yagişli diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de tax bi tax xebatan dimeşînin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn û rêxistinbûnê mezin dikin. Tubayê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de banga piştevanî û rêxistinbûnê li hemû jinan kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di 19’ê îlonê de li Şirnexê bi diûrşmeya, “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” starta kampanya nû da. Kampanya wê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bidome. Yek ji rojevên sereke ya kampanyayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.  Di çarçoveya kampanyayê de xebatên li bajaran didomin. 
 
Aktîvîstên TJA’yê  ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî, di çarçoveya kampanya xwe de li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatan dimeşînin. Jinan di hefteya ewil a meha mijarê de atolye pêk anîn û tecrîd, mijara jinan, têkoşîn nirxandin. Li Stenbol, Bursa, Tekîrdag û gelek bajarên Marmarayê bernameya du rojan pêk anîn. Li Stenbolê jî li navçeyên Bagcilar, Esenler, Umraniyeyê atolye pêk hatin û di atolyeyan de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş.
 
Aktîvîsta TJA’yê Tuba Ulu Yagişli der barê mijarê de ji JINNES’ê re axivî.
 
Tax bi tax bi jinan re tên gel hev
 
Tubayê da zanîn ku di serî de jinên kedkar piranî jin bi pirsgirêkan re têdikoşin û pêvajoya dawî de jin ji bo polîtîkayên şer îfşa bikin li her bajarî xebatan dimeşînin, li tax û navçeyan bi jinan re hevdîtinan pêk tînin. Tubayê got: “Me di mijara têkoşînê de em dikarin çi bikin li dijî êrîşan li dijî feraseta li hember jinê dikarin çi bikin nîqaş kirin. Me parstina cewherî nîqaş kir. Me ji hev hêz girt.
 
Bi jinên erdhejzedere piştevanî ava kirin
 
Tubayê bi lêv kir ku bi jinên herêma erdhejê re tora piştevaniyê avakirine û got: “Di erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.  Gel wê demê terkî mirinê hat kirin. Em jin wê demê li herêmê bûn. Seranserê salê me hewl da em birînên wan bikewînin. Hîna jî em didomînin. Ji roja ewil de em ligel jinên erdhejzede bûn.”
 
Desthilatdarî ji jinan ditirse
 
Tubayê diyar kir ku piştî ku jina Kurd Jîna Emînî li Îranê ji aliyê polîsên ahlaqê ve hatiye qetilkirin, berxwedanê destpê kiriye û bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ mezin bûye. Tubayê anî ziman ku ev ji bo wan gelek  girîng e û wiha domand: “Di şexsê Jîna Emînî de me hewl da em bibin dengê hemû jinan. Me piştevnaiya jinan ava kir. Bi hêza ku me ji jinan girt me piştevanî ava kir. Bi taybet vê pêvajoyê desthilatdarî ji jinan tirsiyan.”
 
Banga têkoşînê
 
Tubayê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Polîtîkayên şer herî zêe bandor li jinan dikin. Vê pêvajoyê de jin gelek bi bandor bûn. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyan kiriye. Em ê li dijî van êrişan li gorî rihê sedsala 21’ê xebatên xwe bimeşînin. Jin jiyan azadî ji bo hemû jinên cîhanê bû îlham. Di çarçoveya kampanyayê de em tax bi tax xebatan dimeşînin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn û rêxistinbûnê mezin dikin. Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de em banga piştevanî û rêxistinbûnê li hemû jinan dikin.”