15'ê Mijdara 2021'ê: Li Londrayê li dijî tundiyê çalakî hat lidarxistin

  • 09:01 15 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Londrayê Platforma Piştevaniya Jinan di 15'ê Mijdara 2021'ê de li dijî tundiyê çalakî li dar xist. 
 
Hin ji bûyerên dîrokî ku îro qewimîne wiha ne:
 
1984: Sekretera Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef a di 2019'an de di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat qetilkirin îro ji dayik bû.
 
1990: Jinan di 15'ê Mijdara 1990'î de li  Tirkiyeyê Wezîrê demê yê ji Malbatê Berpirs Cemîl Çîçek ji ber gotinên wî yên zayendparêz li Galatasaraya Stenbolê şermezar kir. 
  
2018: Li Tirkiyeyê stargeha jinan Mor Çati ji bo ku mafên jinan di çarçoveya qanûna 6284'an de biparêze kampanyaya "Min biryar girt"  da destpêkirin.
 
2018: Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhillat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD) û Komeleya Çareseriyên Nû (KÎHEP) ve li ser "Wekheviya Zayenda Civakî" semîner hatin dayîn.