ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 15 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Girtiya siyasî Fecriye Benek a li girtîgeha Bayburtê tê girtin wekî gelek nivîskarên girtî 15'ê Mijdarê Rojava Nivîskarên di Zindanan de di nav çar diwarên Girtîgehê de pêşwazî dike. Fecriye li zindanê jî dest ji têkoşîna xwe bernade û li dijî her cureyê zehmetî, zext û zoriyê bi pênûsa xwe têdikoşe. DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Navenda Rêvebriya Herêmî ya Demokratîk Oznûr Evîn got ji bo hilbijartinên herêmî li qadan xebatên fîzîbîlîte pêk tînin û bi lêv kir ku di xebatê qadan de bi jinan re ferasta ‘ez jî dikarim bi rêve bibim’ dertê holê. Oznûrê her wiha diyar kir ku hedefa wan ev e ku saziyên hatine girtin û dewrê tarîkatan hatine kirin ji nûve bigirin. BI DÎMEN 
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi nirxandina ‘Ji bo jinan li bajaran ne stargeh divê qadên azadiyê bên afirandin. Parkên Çanda Jinan a Azad dikarin bên avakirin.’ balê dikşîne ser girîngiya qadên jiyanê ya ji bo jinan.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Tuba Ulu Yagişli diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de tax bi tax xebatan dimeşînin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn û rêxistinbûnê mezin dikin. Tubayê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de banga piştevanî û rêxistinbûnê li hemû jinan kir. BI DÎMEN 
 
* Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Amedê Semîre Akkoç der barê Meşa Gemlîkê ya bi dirûşmeya ‘Meşa Azadiyê’ pêk tê axivî û wiha bang kir: “Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim. Em tecrîda li ser serokatiya xwe bişkînin û azadiya wî pêk bînin.” DÎMEN HEYE